• DOLAR 32.186
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2470.603
  • ...
Ebrû Ozkan hat xistin zîndanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebrû Ozkana ji bo zîyareta Qudsê çûbû Filistînê ji 11 Hezîranê heta niha ji teref îsraîla sîyonîst ve hatîye desteserkirin. Ozkanê, piştî Quds zîyaret kir di 11ê Hezîranê de ji balafira Tel Avîv ya Ben Gurîon dema xwest vegere Tirkîye ji teref sîyonîstan ve hat desteserkirin û hat xistin girtîngehê.

Ji 11 dê Hezîranê heta niha Ebrû Ozkan ji teref çeteyên sîyonîst ve qaşo ev 7 care tê derxistin pêşîya mehkemê. Çeteyên sîyonîst dawî li binçavîya Ozkanê hanî û ew do xist zîndanê.

Dema Ozkan, di 24ê Hezîranê roja Yekşemê hat derxistin pêşberî mehkemê biryara hefteyek taloqkirinê mehkemê hat dayîn. Piştî îtîraza parêzerê Ozkanê, Omer Hamayse mehkema dihat hêvîkirin di 26ê Hezîranê de bê çêkirin hat taloqkirinî 1ê Tîrmehê û ji 1ê Tîrmehê jî hat taloqkirin 3ê Tîrmehê roja Sêşemê.   

Li gor agahîyên ji parêzerê Ozkanê, Omer Hamayse hat bidestxistin di mehkema îro hat dîtin de dema desteserkirina Ozkanê bi dawî bû û ji bo vekolînkirina dosyayê 6 roj wext hat xwestin.

Ozkanê, bi mehkûmên Filistînî re di heman girtîngehê de bê girtin.

Ebrû Ozkan, qaşo di van dîrokan de derket pêşberê mehkemê: Di 11ê Hezîranê de hat desteserkirin, di 13ê Hezîranê de cara yekem hat derxistin mehkema ewil, di 14ê Hezîranê de cara duyemîn, di 21ê Hezîranê de cara sêemîn, di 24ê Hezîrnê cara çaremîn, di 26ê Hezîranê de cara pêncemîn, di 1ê Tîrmehê de cara şeşemîn û di 3yê Tîrmehê de jî cara heftemîn hat derxistin pêşberî mehkema çeteyên sîyonîst. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir