Xebatên legerînê ya Leylaya windabûyî berdewam dikin
Ji Leylaya 4 salî ya ku li Agirî berî vê 12 rojan ji nişka ve winda bûbû hêj xeber nayê standin, xebatên lêgerînê bênavber berdewam dikin.
Leyla Aydemîra 4 salî berî vê 12 rojan dema ku li gundê Bezîrxana Agirî dema ku bi apê xwe re dilîst ji nişka ve winda bû. Ev bû 12 roj bênavber xebatên lêgerînê berdewam dikin. Yekîneyên cendirme û polêsan ên pispor qada lêgerînê berfirehtir kirin.
Malbata Leylaya windabûyî difikire ku qîza wan hatiye revandin.(ÎLKHA)