• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
"Me derîyê 90 hezar mizgeftên xwe ji temamê zarokan re vekir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş li Kampusa Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzlîyê Mizgefta Miftî Ahmed Hûlûsî Efendî ya hatîye temamkirin kontrol kir û li wir beşdarî bernameya fitarîyê bû.

Piştî fitarîyê Serokê Kar û Barên Diyanetê Erbaş, axavtinek kir û îfade kir ku meha Remezanê ji bo Mislimanan zemanekî zaf girîng e. Erbaş, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku li tu derê dinyayê ji bilî Îslamê di tu sîstem û bawerîyên din de tiştekî wek Remezanê nayê jîyandin û wiha got, "Meha Remezanê meha Quran, Îbadet, dia û tewbêyê ye."  

Serok Erbaş, bibîr xist ku Qurana Pîroz di şeva Leyletul Qedrê de dest bi nazilkirina wê hatîye kirin û wiha got: "Ji ber vê yekê Qurana Pîroz mûcîza herî mezin ya Xweda daye Pêxemberê me. Xweda xwendin û fêmkirina wê bi awakî herî xweş, bike nesîbê me. Piştî Remezanê demildest emê di 25ê Hezîranê de Qursên Quranê vekin. Ciwan û zarokên me bişînin van mizgeftan da ku ji wir îstîfade bikin. Derîyê 90 hezar mizgeftên me ji bo temamê zarokên me vekirîye."

Di berdewama axavtina xwe de Serok Erbaş, îfade kir ku heger zarokên ji 15-16 salî biçûktir di betlana havînî de ji bo xwe di Qursên Quranê de cîh veqetînin dê ji bo wan bibe qezencek pir mezin û wiha got, "Dema emir bighêje cîkî û şûnde veger zaf zehmet dibe."

Serok Erbaş di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê însan emrê xwe yê jimare baş derbas bike û wiha dawî li axavtina xwe anî, "Ev emrê Xweda daye me heger em ji bo hînbûna Qurana Pîroz wext veneqetîne ev tiştekî zaf xemgînîye. Ji ber vê yekê ez dibêjim werin em zêdetir wext ji Qurana Pîroz re veqetîn in. Qurana Pîroz mirovê meriv ji destê wî û ji zimanê wan emîn perwerde dike û ji wan kesan re jî tê gotin Misliman."

Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî û Parlamentera Denîzlî Sema Ramazanoglû, Miftîyê Bajêr Mehmet Aşkin û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir