Mînîbusa ku polêsan vediguhast qulibî: 16 birîndar
Li Tatwana Bidlîsê mînîbusa ku polês tê de bûn qeza kir, di encama qezayê de 16 polês hebûn birîndar bûn.
Li gor agahîyên hatine wergirtin qeza li mewqîya Yelkenlîya gundê Tatwanê pêk hat. Hat hînbûn polêsên ku li Wanê wezîfedar bûn ji Êlihê ji mîtînga Serokwezîr Bînalî Yildirim vedigerîyan.
16 polêsên ku di qezayê de birîndar bûn hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)