Berhevkirina 100 hezar rayan sibe dest pê dike
Bo kesên ku serîlêdana wan a namzedîya serokkomarîyê dê bên qebûlkirin berhevkirina 100 hezar rayan dê sibe dest pê bike.
Hat ragihandin bo kesên ku serîlêdana wan a namzedîya serokkomarîyê dê bên qebûlkirin berhevkirina 100 hezar rayan dê sibe dest pê bike. Ew ê kirarîyên dayîna îmzeyan di navbera seatên 08.00-20.00an de bê kirin û ew ê heta 9ê Gûlanê berdewam bikin.
Ji teref partîyên sîyasî ve nîşandayîna namzedên serokkomarîyê roja dawî 5ê Gûlanê ye.
Ew ê di 13ê Gûlanê de lîsteya teqez a namzedên serokkomarîyê di rojnameya fermî de bê weşandin û dê heyama propagandayê dest pê bike.(ÎLKHA)