Balafira şer a Rûsyayê ket: 2 mirî
Balafireke şer a bi tîpa Su-30SM a ku aîdî Rûsyayê bû li Sûrîyê ket. Hat diyarkirin du pîlotên balafirê mirin.
Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve derbarê mijarê de hat destnîşankirin balafireke şer a bi tîpa Su-30SM a ku aîdî Rûsyayê bû li Sûrîyê ket. Hat diyarkirin du pîlotên balafirê mirin.
Li gor agahîyên ku hatin wergirtin sedema eseh a ketina balafirê hêj nediyar e, lê tê diyarkirin çûk bûye sedem balafir bikeve.(ÎLKHA)