Li Stenbolê qeza: 4 mirî
Di qezaya ku li Kartala Stenbolê pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Kartala Stenbolê li ser Rêbeja D-100 wesayîta ku ajokara wê Murat Polat bû ji baş ve li otobûsa tûrê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesên ku di wesayîtê de bûn tê de asê man.
Ji ber îxbara ku hat kirin gelek yekîneyên polês û tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gor tespîtên ewil ji 5 kesên di wesayîtê de tev de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin û ajokarê otobusê hat binçavkirin.(ÎLKHA)