• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Emerîka hêzên xwe yên nû şand Menbicê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di heyameke di navbera Tirkîye û Emerîka de di warê Menbicê de mizakere dewam dikin de li deverê hereketî zêde bû. Hêzên Emerîka li Menbica Rojavayê Firatê hêzên xwe zêdetir dike.

Li gor nûçeyên ji deverê ten Emerîka li navçeya Menbica Rojavayê Firatê hêzên xwe bi qûwet dike û li cepheya Devera Mertala Firatê Emerîka 300 leşker, helek wesaîtên zirxî û helek wesaîtên kar sewqî cîyê bûyerêkir.

Hêzên emerîka li rojavayê Çemê Aayûrê li gundê Zûb'ûl Beyn bi cîh kir. Hêzên Emerîka li derdora Çemê Sayûrê dest bi xebatên dewrîyeyê kirin.

Berdevkê Artêşa Emrîka û yê Kûalîsyonê Dîrektor Albay Thomas F. Veale îddîa kir ku leşkerê hatine wir ji bo ewlehîya hêzên kûalîsyonê bigrin li wir hatine bicîhkirin û wiha got: "Hêzên Kûalîsyonê li Menbicê ji bo di opersyonan de hevalbendîyê bikin li wir hatine bicîhkirin."

Di nava hefteyê de di serokatîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de Lijneya Ewlekariya Neteweyî hat komkirin û di biryara Lijneya Ewlekarîyê de hat îfade kirin ku heger PKK/YPG ji deverê paşve neçe Enqera dê dest bi hereketê bike û wiha gatibû gotin: "Lazim e terorîstên li Menbicê gavek berî gavekê ji deverê dûrkevin an heger dûrnekevin çawa Tirkîye li deverên din însîyatîf girt dê li vir jî çi hewce bike wê bike."

Di heman wextê yekîneyên Emerîka li hember deryê sînorê Ceylanpinarê li Re'sul Aynê ev 3 roje dewrîyeyan davêjin.

Niha li deverên di çarçoveya Mertala Firartê de hatin kontrolkin û yên di bin kontrola mixalifan de ye yên wek Tûhar, Hîlvacî û Dadarê 3 nokteyên şopandinê yên Emerîka henin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir