• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.488
  • ...
"Divê ji daxwaza gel ya 'Otobusa Pembe're bêdeng neyê mayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Êlihê ya HUDA PARê ya şaxa jinan daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist û bal kişand ser zehmetîyên ku jin di veguhestinên tomarî de dikşînin.

Daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji tere Serokatîya Êlihê ya HUDA PARê ya şaxa jinan ve hat lidarxistin ji teref Seroka şaxa jinan ya Êlihê ya HUDA PARê Şukran Ozdemîr het xwendin.

Ozdemîrê îfade kir ku ji bo jin di veguhestiên tomarî de bi awakî ewleh û hizûr rêwîtîyê bikin lazim e sepana veguhastinên tomarê ya 'Otobusa Pembe' bê xistin rojevê û îfade kir ku di vê Şaredarîya Êlihê ji vê daxwazê re bêdeng nemîne û ji bo vê sepanê têxe rojevê di demekê kurt de amadehîyên bingehê temam bike.

Ozdemîrê destnîşan kir ku jin di veguhestinên tomarîde zehmetîyan dikşînin û wiha got: "Wekî tê zanîn li Êlihê ji ber pirsgirêkên veguhestinên tomarî jin gelk zehmetîyên muxtelîf dikşînin. Bi taybetî ji ber ku pirê rêwîyan zilamin dema jin li otobus an jî mînubusan siwar dibin zehmetîyan dikşînin. Di saetên qelebalix zêdenin de wesaîtên tomarî tev tijedibin û ev yek jî ji bo pîrekan pirsgirêkên mezin derdixe holê. Di dema rêwîtîyê de hin caran keçên ciwan marûzî tiştên bê exlaqî dimînin û jinên bi heml û yên îxtîyar jî zehmetîyên cuda dikşînin. Ji ber vê yekê ji bo ciwan û îxtîyar temamê jinan bi aramî û rehetî rêwîtîya xwe bikin tiştê hewce bên çibin di vê di cî de bên kirin."

"Divê sepana Otobusa Pembe têkeve rojevê"

Ozdemîrê di dawîya daxuyanîyê de îfade kir ku daxwaza 'Otobusa Pembe' ji bo jinan mafekî xwezayîye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji hêla jinan ve ji bo di veguhastina tomarî de bi awakî ewleh û rehet bikaribin rêwîtîya xwe bikin divê ji bo jinan derbasî sepana otobusên pembe bê kirin. Ji ber pirsgirêkên di veguhestinên tomarî de lazim e ji bo jinan cudahîya erênî bên kirin. Em wek Şaxa Jinan ya Êlihê ya HUDA PARê; dawaza gelê xwe ya xwezayî û mafdar dixwazin û em dibêjin lazim e Şaredarîya Êlihê ji vê yekê re bêdeng nemîne û di cî de dest bi amadehîyên bingehî bike. Di vî warî de emê piştgirî û destekê bidin temamê çalakî û kampanyayên zagonî." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir