• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di operasyona asimanî ya TSKyê de 4 siwîlan jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên medyayî yên Herêma Kurdistana Iraqê hatine wergirtin di dema operasyona asîmanî ya ku li Qandîlê hat kirin de wargeheke ku lê siwîl dijîyan hatiye lêxistin û 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane. Ji 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 2 ji wan Pêşmerge ne.

Midûrê Kasrê Şahewan Wertîyê ku derbarê mijarê de ji Rûdawê axivî destnîşan kir balafirên şer gundên Mawnan, Wesan û Serkanîya ku girêdayê Balekatîyê ne  bombebaran kirine û di encama bombebarankirinê de 4 kesên siwîl ên ku bo pîrozbahîya Newrozê hatibûn herêmê jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin navên kesên ku di bombebarana balafirên şer ên TSKyê de jiyana xwe ji dest dane bi vî awayî ne: Derbaz Sîmakulî, Şero Mahmud, Muhammmed Îsmaîl Axa û Mistefa Werdî.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir