• DOLAR 32.284
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2410.889
  • ...
Li Rojhilata Anatolîya rêya 429 gundan hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Herêma Rojhilata Anatolîyayê ket bin tesîra berfê. Piştî hewayên germ ên ku ev demek dirêj hebû re doh êvarî li herêmê berf dest pê kir. Ji ber berfa ku doh êvarî ve dest pê kiriye li Bidlîs, Wan, Hekkarî û Mûşê rêya 429 gundan hat girtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku ji doh êvarî ve dibare li Bidlîsê rêya 146 gundan, li  Wanê rêya 141 gund û 70 gundikan, li Mûşê rêya 30 gundan û li Hekkarîyê jî rêya 34 gund û 78 gundikan hat girtin.

Bo rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatine girtin bê vekirin xebat berdewam dikin. (ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir