• DOLAR 32.557
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2457.034
  • ...
Li Gutaya Rojhilat bombebaran berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşên ku di van demên dawî li Gutaya Rojhilat tên kirin de zarok û pîrek jî di nav de zêdetirî hezar kesan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Berî vê çend rojan di niştina ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de bo şerê li Sûrîyê hetanî 30 roja agirbest hatibû îlankirin. Hat ragihandin digel vê qerara agirbesta 30 rojane ya Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî êrîşên rejîm li ser Gutaya Rojhilat de berdewam dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin rejîma Esed doh  jî êrîşî Gutaya Rojhilat kir.

Li Gutaya Rojhilat a ku bi mehan e tê bombebarankirin zêdetirî 400 hezar kes dijîn. Berî niha derbarê rewşa xirab a Gutaya Rojhilat de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotibû "dojeha li ser rûyê erdê."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir