Ji Neteweyên Yekbûyî şerta wîzê: Qanûna micadeleya bi terorê re nerm bike
Wezîrên karên derve yên Neteweyên Yekbûyî yên ku beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yên Xeyrîfermî yên Neteweyên Yekbûyî bûn bo serbesbûna wîzê ji Tirkîyê nermkirina qanûna micadeleya bi terorê re kirin.
Di civîna ku li Sofyaya paytexta Bulgaristanê hat kirin de serbestîya wîzê ya ku dê bo Tirkîyê bê tetbîqkirin hat gotûbêjkirin û di encama nirxandinê de bo serbestbûna wîzê ji Tirkîyê nermkirina qanûna micadeleya bi terorê hat xwestin.
Didier Reyndersê Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê derbarê mijarê de diyar kir ger Tirkîye di vî warî de li gor nirxên Neteweyên Yekbûyî hereket bike ew ê di warî serbestîyê wîzê de pêşveçûn zûtir çêbibe.(ÎLKHA)