Serokwezîr Yildirim diçe Elmanya yê
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo beşdarî bernameya Konferansa Navneteweyî ya Ewlehîyê ya Munîhê ya 54emîn tê tertîbkirin bibe wê biçe Elmanya yê.
Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Derve de hat kirin de, wê îsal Konferansa Navneteweyî ya Ewlehîyê ya Munîhê ya 54emîn wê di nava 16-18dê Sibatê de bê tertîbkirin.
Di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyana: "Konferansa ku Serokwezîrê me Birêz Bînalî Yildirim û Wezîr Birêz Mevlût Çavûşoglû wek axaftvan hatine dawetkirin. Konferansa îsal ji bo dewleta me û bûyerên li herêma rojhilatanavîn zaf girînge. Di konferansê de wê bi gelemperî li ser micadela li dijî terorê, NATO, têkiliyên transatlantîk, parastina Ewrûpa, koçberî, ewlehîya sîberê û ewlehîya enerjîyê wê di mijarên navneteweyî bên rojevê û bê nirxandin."
Di dawîya beyanatê de hat îfade kirin ku bi vê wesîleyê Çavûşoglûyê bi hevmeqmên xwe re hevdîtinên du alî bike. (ÎLKHA)