• DOLAR 32.223
  • EURO 35.085
  • ALTIN 2501.677
  • ...
Tîllerson: Niha yekîneyên me berê xwe dan Efrînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Rex Tîllerson berîya ziyareta ku dê sibe li Tirkîyê bike li Urdunê daxuyanîyek da. Tîllerdon di daxuyanîya ku li Urdunê da de destnîşan kir operasyona Afrînê ya Tirkîyê zirarê dide micadeleya bi DAIŞê re destnîşan kir "Niha yekîneyên me berê xwe dan Efrînê."

Tîllersonê ku bi hevkarê xwe yê Urdunî re daxuyanîya hevpar a çapemenîyê da wiha axivî: " Rewşa li Efrînê micadeleya li hember DAIŞê re da sekinandin. Niha yekîneyên me berê xwe dan Efrînê. Me bi Tirkîyeya ku muttefîkê me ye û endamê NATOyê ye re hevdîtin kir. Divê li ber çavan bigrin ew harekata ku dikin li ser micadeleya me ya bi DAIŞê re tesîrdar e. Ji ber vê yekê ez ê biçim Enqerê. Em ê di warê micadeleya bi DAIŞê re hevdîtinan bikin."

Tîllerson di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Tirkîye rêya digel Amerîka xebatkirinê peyde bike. Divê em bi wan re hevkarîya kêmkirina tehdîdên li dijî Tirkîyê biaxivin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir