• DOLAR 32.458
  • EURO 34.655
  • ALTIN 2390.559
  • ...
Niştina Ahed Tamîmî hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin niştina Ahed Tamîmîya ku wek "qîza cesûr a Filistînê" tê binavkirin cardin hat taloqkirin. Ahed Tamîm şeqama ku avêtibû leşkerê çeteyê terorîst ê siyonîst hat naskirin.

 Ahed Tamîmîya 17 salî bi 12 sûcên ji hev cûda tê sûcdarkirin. Niştina Ahed Tamîmîya ku wek "qîza cesûr a Filistînê" tê binavkirin taloqî 11ê Adarê hat kirin.

Gaby Laskyê parêzerê Tamîmî derbarê niştinê de diyar kir "Dizanin ku doza vê qîza ku bêsûc û belesebeb ji teref mehkemeya leşkerî ve tê darizandin gelekî zêde balan dikşîne li ser xwe. Ji ber vê yekê nahêlin ku endamên çapemenîyê têkevin salona niştinê. Ji ber ku ew jî dizanin ew heqên Tamîmî îhlal dikin hewil didin vê yekê ji hemû kesî veşêrin û vê dozê di pişta wan derîyên girtî de bi dawî bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir