• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Gutaya Rojhilat hejmara miriyan zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref balafirên şer ên Rûsya û rejîma Esed ve  li Gutaya Rojhilat a ku li rojhilata Şama Sûrîyê hatin kirin de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Malaçavderîya Mafên Însanan a ku navenda wê li Ingilistanê ye destnîşan kir siwîlên ku di nav wan de pîrek û zarok hene di êrîşan de hatine hedefgirtin.

Yekîneyên rizgarîyê yên ku xebatên xelaskirin û rizgarkirinê didomînin destnîşan dikin dibe ku hejmara kesên mirî zêdetir bibin.

Jens Laerkeyê Berdevkê Dezgeha Koordînasyona Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenewrê ye derbarê mijarê de diyar kir bo alîkarîya însanî li welat bê kirin divê pevçûn bên sekinandin.

Di êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Esed ve tên kirin gelek kesên siwîl hatin qetilkirin. Li Gutaya Rojhilata ku êrîş lê tên kirin teqrîban 400 hezar kesên siwîl dijîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir