• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rexneyên me yên li dijî Emerîka û îsraîl wê hebin lê divê em navenda pirsgirêkê bibînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kongreya 2yemîn a Bajêra Xarpêtê ya HUDA PARê bi beşdarbûna rayedar û dildayên partîyê hat tertîpkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn li Xarpêtê beşdarî kongreya partîya xwe bû derbarê meseleyên di rojevê de nirxandên gîrîng kir û wiha got: "Rexneyên me yên li dijî Emerîka û îsraîl wê hebin lê belê divê em navenda pirsgirêkê bibînin".

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn di kongreya partîya xwe ya li Xarpêtê hat rastkirin de axifî û destnîşan kir ku ji ber li dewletên Misliman berya hertiştî şîara Însan û Edalet tineye îro Sûrîye, Yemen, Lîbya, Misir û li welatên din yên Mislimana rageşî û pevçûn heye.

Şahîn, diberdewama axaftina xwe de wiha got: "Rexneyên me yên li dijî Emerîka û îsraîl wê hebin lê belê divê em navenda pirsgirêkê bibînin. Bingeha pirsgirêkên li alema Îslamê ewe ku îdarevanên me hin kes dewlê li ser xwe tapû dikin û tu xatir û rûmetê nadin welatîyên xwe û li refah û hizûra welatîyên xwe nafikirin.

"Însanîyet ji îdolojîya Kemalîst re hat qurbankirin"

Şahîn, destnîşan kir ku dewletek Însan û Însanîyetê nexe navenda xwe nikare tu pirsgirêkan çareser bike û wiga got: "Serê 90 salî li vê dewletê xatir nedan însanan. 90 salî dewlet xistin navendê. Însanîyet ji bo kesên bûbûn wek xwedîye dewletê û îdolojîya Kemalîst re hatin qurbankirin. Însan ji ber miletê xwe neheqî lêhat kirin û tu xatir nedan wan. Hin kes jî ji ber bawerîya xwe zilm û neheqî dîtin û ji Kemalîst û netewperestîyê re hatin kurbankirin. Mafên wan yên civakî ji wan hatin girtin û dabeşa dahatê bi şiklekî adilane nehat kirin."  

Heger perwerdehî baş be aborîyê jî baş be"

Şahîn, îfade kir ku bi salan tu rumet nehat dayîn perwerdehîyê û hiha got: "Hin tişt hatin kirin lê belê eslê vê dewletê perwerdehî ye. Heger perwerdehî dirist bûba dewletê ji rast bûya. Heger perwerdehî baş bibe aborîyê jî baş dibe. Di serê tiştên ji teref hikumetê de tê îxlalkirin ya sereke perwerdehî tê. Li gor daneyên lêkolînan perwerdehîyê ji sedî 45 bandora xwe li ser aborîyê dike. Di warê tendirustîyê de xebat hatin kirin lê belê niha tendirustî bêxwedî hatîye berdan. Ya rast ewe ku gelek tişt îro bêserberdan hatîye hiştin û şerrê hin tiştên din tên dayîn. Pevçûnê sîyasî tên kirin. Pevçûnên îhaleyan tên dayîn û pevçûnên meqam tên kirin. kontrol kirina dewletê tê ji bîr kirin."  

"Hata narkotik li navenda wê nê îmhakirin micadela tê kirin vala ye" 

Gotina "Kesên narkotîkê bikarbînin û bifroşin nigên wan bişkînin ez we biparêsim" zêhniyetek ne raste û wiha got: "Ev micadela bi narqotîkê re ne şiklekî micadelê ya rast e. Micadela bi narqotîkê re tenê micadelekirina bi tiryakfiroşan nayê kirin. Belê divê bi tiryakfiroşan re micade bê kirin lê belê lazime narqotîk li navenda wê bê tinekirin. Lazim e bi perwerdehîyê micadele li hember narqotîkê bê kirin. Divê nevendên narqotîk lê tê çêkirin hedef bên girtin. Wê çaxê hûnê karibin narqotîkê ji holê rakin."    

"Cazîbekirina leystokên siûdê çavxistina bêrîkê welatîya ye"

Şahîn, di heqê cazîbkirina leystokên siûdê de îfade kir ku ji hêla dewletê ve cezkirina leystokên siûdê tê wateya dewlet welatîyên xwe dixapîne û çav dixe bêrîka wan û wiha got: "Di serîde ez veya bibêjim ev yek li dewletê nake. Dewletek li ser wê desthilatdarên Misliman hebe ev lê nake. Ev tişt tê wateya dewlet welatîyên xwe dixapîne." 

"Îhtîyacê vî welatî bi HUDA PARê heye"

Di kongreyê de serok bajarê Xerpetê Yûsûf Yuksel jî axaftina malavahîyê kir û wiha got: "Xwedayê Mezin ferman dike û dibêje di xêrê de pêşbazîyê bikin. Ev micadela xêrê ye. Em bi têgiha mixalefeta Îslamî û bi şîara 'Berya her tiştî Însan û berya her tiştî Edalet' xebatên xwe didomînin. Îhtîyacê vî welatî bi HUDA PARê heye. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir