• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Panela bi navê "Quds û Mesûlîyeta me" bidawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan (Îttîhadûl Ûlema)yê rûniştina panela bi navê "Quds û Mesûlîyeta me" ya duyemîn bidawî bû.

Rûniştina "Quds û Mesûlîyeta me" ya duyemîn di moderatorîya Mela Berşîr Şîmşek de hat çêkirin.

Rûniştina dûyemîn bi axaftina Desthilatdarê Cîhada Îslamî ya Filistînê Mûhammed Afîfî, Serokê Navenda Streatejî Raman û Analîzê (SDAM)ê Abdûlkadîr Tûran û Muderis Şêx Hatîp Yuksel bi dawî bû.

Di rûniştandina duyemîn de axftina ewil ji teref Desthilatdarê Cîhada Îslamî ya Filistînê Mûhammed Afîfî hat kirin û Afîfî, di warê rizgargirina Qudsê de pêşkêşîyek kir.

Afîfî di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku em îro ji bo Qudsê rizgar bikin li vir kom bûne û dîyar kir ku temamê tehlîl û şîroveyan derdixe pêşçavan ku divê alim û zana zêdetir bixebitin.

Afîfî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Îzzet û şeref tenê di Îslamê de ye. Ferqa ceamat û terîqeta tuneye lazem e em tev li ser mijara Qudsê bixebitin. Di dema Pêxemberê Xweda de Mislimana behsa hêz û qûweta kufrê nedikirin. Tenê difikîrîn ku bê ewê çawabikin. Îro li Qudsê ciwanên Misliman qetildikin û dixin zîndanan lê belê haya tu kesî ji vê yekê tineye ji ber vê Quds li hêvaya rizgarkirina we ye. Ji bo em Qudsê azad bikin lazim e em tev kom bibin û tev bi hev re bi bennê Xweda bigrin. Wekî Xwedayê Mezin ferman dike 'Bêguman Xwedê rewşa tu miletî naguhere, qencî û kerama xwe ji ser wan nabire, heta ew xw e ji cem xw e neguharînin'. Lazim e em li gor vê şîarê hereket bikin. Heger dil bi Xwedê re be bêguman Xedê yê alîkarîya me bike.

"Çawa kufrê; Iraq, Lubnan û Sûrye xira kir dixwaz e Qudsê jî îşxal bike"

Afîfî, destnîşan kir ku divê Misliman lihember kufrê amde û baldar bin û wiha got: "Lazim e alîm û seyda li ser mînberan hertim Qudsê zikir bikin û mijara Qudsê qet dedin ji bîr kirin. Şeytan qet nesekinîye, hertim li hembe Mislimana qemîn danîye. Wekî Xwedayê Mezin ferman dike 'dek û dolab gerandin. Xwedê jî dek û dolab li ser wan gerad. Xwedê çêtir dek û dolaban digerîne'. Çawa kufrê; Iraq, Lubnan û Sûrye xira kir dixwaz e Qudsê jî îşxal bike. Pêşeroja Filistînê ne tarîye. Raste niha Filistîn dibin îşxalê de ye. Filistînîyan naxin Qudsê. Hin dewletên wek Siûdî li dijî gelê Filistînê dixebitin."

Piştî axaftina Afîfî Serokê Navenda Streatejî Raman û Analîzê (SDAM)ê Abdûlkadîr Tûran li ser mijara Selahaddîn û Qudsê pêşkêşîyek kir. 

"Umet îro li Qudsê xwedî derdikeve"

Tûran, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Piştî Trûmp Quds qaşo wek paytextê sîyonîstan da naskirin komcîvîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hin biryar hatin girtin. Yek komcivîna aliman çêbû. Niha jî em li Diyarbekirê di komcivîna Îttîhadul Ûlemayê hatine cem hev. Tê dîtin ku ummet direve alîkarîya birayên xwe yên Xezze û Filistînî. Çêkirina Mescîdî Eqsa ji dena Eyyûbîyan ma ye. Feqet para herkesî têde heye. Quds di zemanê Hz. Omer de hatiye fetihkirin. Di zemanê Emewîyan de Qubet-us Sahra hatîye avakirin û di dema Ebbasîyan de jî hatîye nûkirin. Çînîyên kesk jî, ji teref Qanûnî Siltan Silêman ve hatîye çêkirin. Kudus ya ummetê ye. Ji ber vê yekê umet li qudsê xwedî derdikevin."

Tûran, behsa dîroka Selahaddînê Eyyubî jî kir u wiha li axaftina xwe dawî anî: "Selahaddîn nedixwest xwîna yek Mislimanî bê rijandin. Di dema Selahaddîn de qismek bi xaçperestan re herb kirîye. Di herba Hittînê de artêşa xaçpereta hêsîr hat girtin. Ne tenê Quda Medîne jî ketîye bin talûkê. Fermandarê xaçperestan Hernad gotibû 'ezê herim Mekkê û hestîyên Mûhemmed bikim wek nîşana zafera xwe û ezê bibim ewrûpa. Di herba Hittînê de Selahaddîn Hernad bi destê xwe înfaz kir."

"Heger em dixwazin Qudsê ji destê Yahûdîyan rizgar bikin lazim e em zarokên xwe dîndar mezin bikin"

Di panelê de Muderrîs Şêx Harîp Yuksel wek axaftvanê dawî axifî û behsa berpirsyariya civakê ya lihember Qudsê kir.

Seyda Yuksel, di panelê de axifî û wiha got: "Ji bo Quds ji destê Yahûdîyan bê rizgarkirin Înşallah hindik maye roja wê hilê. Qeder nayê guherandin. Dema Xwedayê Mezin ferman kiribe wê were. Înşallah rojekê were Mislimanê bi Yahûdîyan re herbê bikin û wê wan tine bikin û wan têk bibin. Zilmên li Mislimana tên kirin wê ji holê rabe û emê Qudsê carekdin feth bikin. Hebûna ewran elametê baranê ye. Civîna me ya ji bo rizgarkirina Qudsê jî elametek û mizgînîyek mezin e. Azadîya Qudsê bi bawerî û îmanê çêdibe. Tu carî Quds bi çek û sîlehan nehatîye rizgar kirin. Heger em dixwazin Qudsê ji destê Yahûdîyan rizgar bikin, lazim e em zarokên xwe dîndar mezin bikin."      

Yuksel, di dawîya axaftina axaftina xwe de îfade kir ku bi perwerdekirina zarokan Qudsê azad bibe û wiha got: "Di dema herbê de Pêxemberê me razîbûna Xeda liser be ji Hz. Omer dixwaze zarokan ji nav artêşê derxe. Zarok ji bo ji nav artêşê dernedevin dixwestin qama xwe dirêj bidin nîşandan. Ji bo em jî Qudsê azad bikin ji me re zarokên wisa lazimin. Heger em zarokên xwe wisa perwerde bikin û wisa mezin bikin azadîya Qudsê nêzîke. Ev netenê pirsgirêka Filistîn an Ereban an jî Hindîyan e. Mijara Qusê pirsgirêka me teva ye û em tev ji vê berpirsyarin."

Panela "Quds û Mesûlîyeta me" bi dia kirina endamê Îttîhadul Ûlemayê Mela Kerbela Şanli bidawî bû. (ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir