• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Berya her tiştî Fetih di dilan de çêdibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokbajariya HUDA PARê ya Qeyseriyê bernameya fetha Mekkê hat  lidarxistin. Bernameya ku gel eleqeyek mezin nîşan danê birêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Doxrûxeberê Mehmed Göktaş wek axaftvan beşdarî bernameyê bû û behs û qala fethê kir û got: "Fetîh tenê bi hêz û çekan neyê kirin, fethên rast bi fetih kirina dilan dest pê dikin."  

Bername li navçeya Kocasînanê hat tertîpkirin û bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir. Piştî xwendina merş û îlahiyan Serokbajarê Kayseriyê yê HUDA PARê Mehmet Çalhan axaftina silavdayînê kir û îfade kir ku Xwedayê teala temamê însana ji Hz. Adem û Hewa afirandi ye û ew jî ji axê çêkir û mezinahî tenê di teqwa yê de ye.

Çalhan destnîşan kir ku lazime em wek Mislimana tiştên Xweda ji me dixwaze em bikin û lazime em tiştên îmana me ji me dixwaze bikîn.

"Berya her tiştî Fetîh di dilan de çêdibe"

Derbarê ehemiyeta rojê de birêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Doxrûxeberê Mehmed Göktaş axifî û îfade kir ku Mislimana ji sala 1699-1700an vir ve ji bîr kirine ku fetîh tê çi wateyê û tenê wateya fethê di pirtûkan de dixweynin û wisa got: "Ya rebbî! berya em bimrin bi çavê dinyayê azadiya Qudsê nîşanî me bide."    

"Hekû însanê derkevin derve û li fethan bigerin lazime berya her tiştî ji mala xwe dest pê bikin"

Goktaş, destnîşan kir ku fetîh berya her tiştî di dilan de dest pê dike û wisa got: "Heger însanek derkeve derve û li fethekê bigere lazime berya her tiştî ji mala xwe dest bê bike. Lazim e li mala xwe tu pisgirêka nehêle da ku çavên wî li paş nemîne. Dema Pêxemberê me derdiket fethê nedigot ecêb, 'Medîna min birçiye? An ji hev dilşikestiye, an rageşî heye, an di navbera wan de tiştek heye, an jî dema tiştek bê belav kirin wê bi edalet were belavkirin? Ji ban pirsana tevan pişt rast diçû û çavên wî li paş nedima. Bîlalê di çavên Mekkîyan de kole bû û ben xistibûn qerika wî û ew li kolanên Mekkê digerandin niha wek serfermandarekî di pêşiyê de dikeve Mekkê. Dema Pexeberê me diket Mekke li pey wî lawê "koleyekî", Usameyê kurê Zeyd hebû û ew bi tewazû diketin Mekkê. Ger ambana... Meyê bigota 'Ey Mekkîno! Hûn li kune? Meyê bigotana tê bîra we, we laşê devê davêtin ser me, ni ha hûn li kune! Meyê bigota ez hatim û emê têketa dû hesabên cuda."

"Mislimanê di zîndanê Rejîma Siûdî de ji yên di zîndanên Îsraîla îşxalker zêdetire"

Goktaş, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku heger li alema Îslamê fetîh nayên kirin ne bi sedem Misliman bê nesîbe an ne ji ber ku Misliman zeîfin, an jî ne ji ber kêmbûna çekane, ev tiştên tên serê Mislimana tev bi destê desthilatdarên wane û wisa li axaftina xwe zêde kir: "Dilên wan xwîn digrî, zindanên alema Îslamê pirê wan bi kesên bawermend dagirtiye. Mislimanên di zîndanê Rejîma Siûdî de ji yên di zîndanên siyonîstên îşxalker zêdetire. Zîndanên Sûriyê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kûveyt û Bahreynê dagirtiye alîmê Îslamê ye. Heta kû ew di zîndane de nifiran bikin ancex em feta wan di xwena xwe de bibînin."    

"Fetîh bi destê kesên edaletê li ser piya dihêle wê were"

Goktaş, îfade kir ku ji bo Tirkiye li dinyayê hinek tiştan ava bike û bibêje 'Ez jî heme' lazime berya her tiştî zilmên di van xwe de biqedîne û wihaa got: "Ji ber gotin Xweda yeke di 28ê Sibatê de gelek Misliman bi hîle û desîsan xistin zîndana û heta niha jî bi neheqî di zîndana de ne. Heta rêveber nifirên dê û bavên wan bigre serfîraz nabin û nikanin tu fetha bikin. Fetîh ne tenê bi hêz û qûwetê tên kirin. Dema hûn dilan fetih bikin, berya hûn herin ewê ji we re bibêjin werin. Ji bo hûn fetha bikin ne şerde hûn rahêlin tiving û şûran tenê edalet û merhameta Îslamê bese. Heger em fethan dixwazin lazime em li kesên pey xwe binerin. Lazime em bizanibin ku bê kesên li paş mane bê dirûma wan çiye. Însanek berya dilê kesên dûr feth bike lazime di serî de dilê kesên nêzîkî xwe feth bike."

"Di dema me de jî wê wis bibe lê belê ez ji demokrasiyê bawer nakim"

Goktaş, destnîşan kir ku dema Pêxemberê me li Medînê bingeha dewleta Îslamê danî hejmara Mislimana 500 kes bûn, li hember vê yekê hejmara nifûsa Medînê 15 hezar kes bûn û Goktaş wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di dema me de jî, wê wisa bibe lê belê ez ji demokrasiyê bawer nakim. Ev ne mijara ji sedî pêcî denge. Ez sond dixim heger ji vê dewletê ji sedî deh kes bibe Mislimanê rast û dirust wê rengê dewletê bê guherandin. Em jiyana Medînê baş fêm bikin. Mekke û Quds hêsane. Ev sê sed sale me feth nekiriye lê belê ez hêvîdarim û bêhna fethê hêdî hêdî tê min. Belê artêşên me naçin lê belê saziyên me yên alîkariyê li çar terefê dinya yê belav bûne. Ne şerte em bi tanq û teyaran biçin wan de ra na. Heger am bikaribin torbak arvan bidin ser piyên xwe û em dikaribin herin Myanmar û çar terefên dinyayê mizgîna min li we be ev fetheke".

Goktaş, di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku di demek wek sersala mîladî bi melanetan tên pîrozkirin de em ji wan dûrin û wiha got: "Ya rabbî em ji van melanetan dûrin. Em ne ji noeliya ne jî bo em wisa bibêjin me îro ev bernama li dar xist."

Bername bi xwendina diayê bidawî bû. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir