• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR dikandarên Sasonê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aydinê ku dikandarên Sasonê ziyaret kir derbarê ziyareta ku hatiye kirin de destnîşan kir dikandar di nava zehmetî û nexweşîyan de ne û li rasta gelek probleman tên. Aydin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me dikandarên xwe ziyaret kir û derd û kulên wan guhdarî kir. Mixabin rewşa dikdandarên me nebaş e. Digel bawermend bin û ji halê xwe re şikir bikin jî gelek eêsnaf bêyî ku sîftahê bikin darabeyên xwe tînin xwarê. Ji ber wê yekê em dixwazin hikûmet zêdetir li ser vê herêmê bisekine."

 "Rayedar bi problemên dikandaran re eleqedar nabin"

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir zemên ku di van pêlên dawî de hatine kirin pişta esnafan kiriye du tew û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji Enqerê bi gotinê kar birêve naçe. Pêwîst e werin derd û kulên wan guhdar bikin. Em di vî warî de hewil didin bibin dengê dikandaran. Lê mixabin rayedar bi problemên dikandaran re eleqedar nabin. Em bang li rayedaran dikin da ku di vê mijarê de hesastir bin. Esnaf ji me re dibêjin 'dema em tiştekî difiroşin piştî seatekî em nikarin heman tiştî bi  heman pereyî  bistînin, lewra em li rasta zemên ku em hêvî nakin tên.'  Esnaf meraq dike ka ew ê ev mesele çawa be çareserkirin."

 "Çima bi problemên van însanan re eleqedar nabin?"

Aydin di dawîya axavtina xwe de ji rayedaran re bang kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Em dixwazin ku rayedaran bila werin probleman di cihê wan de bibînin û derdên însanên me ji xwe re bikin derd.  Ji destên me bes vegotina van derdan tê. Bo çareserîya van probleman em hewil didin, em derman bo derdên wan digerin, lê belê  ji ber ku tu raye di destên me de tuneye em encax bi rêya çapemenîyê derd û kulên wan, problemên wan tînin zimên. Bila rayedar werin bi xelkê re xeber bidin. Esnaf li ber îflasê ye."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir