Hamaney: Destê Amerîka di meseleya Filîstînê de girêdayîye û nagihije hedefa xwe
Ayetullah Alî Hamaneyê Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê ye diyar kir destê Amerîka di meseleya Filîstînê de girêdayîye û nagihije hedefa xwe û zafer a ummeta Îslamê ye.
Rêberê Şoreşa Îslamê yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan da.
Hamaney di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya Twîtterê belav kir de derbarê mijarê de wisa got: " Dixwazin ku di nac aczîyet û bêhêvîtîyê de Qudsê ji rejîma siyonîst re wek paytext îlan bikin. Di meseleya Filîstînê de destên wan girêdayîye û nikarin bigihijin hedefa xwe. Ji xwe dê zafer bibe ya Îslamê. Ew ê Filîstîn azad bibe û ew xelkê Filîstînê zaferê qezenc bike."(ÎLKHA)