• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Îdîayên di heqê Kavalayê ku Ewrûpa dixwaze ew bê berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li giştiyê Ewrûpa tepkiyên li dijî girtina Osman Kavalayê ku bi têkiliyên nêzîkî Ewrûpa dihat naskirin didome. Ji bo Osman Kavala serbest bê berdan ji teref Parlementoya Ewrûpa li ser navê grubên Sosyal Demokrat, Xiristiyanên Demokrat, lîberal, Mûhafazakar, Yeşiller û Partiya Çep ve , ji Wezîrê Edaletê ya Tirkiyê Abdulhamît Gul û ji Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylû û ji Wezîrê Yekîtîya Ewrûpa Ömer Çelîk re di 25 Cotmehê de nameyek hat şandin.

Di nameyê de ji meqamên Tirkiye hat xwestin ku "Divê karsaz Osman Kavala acîl serbest bê berdan"  û hat xwestin ku "Divê astengiyên li hember mafên bingehî yên azadiyê û li hember dewleta dadmend bê bi dawî kirin."  

Mektûp li ser navê Sosyal Demokratan Kati Pîrî ya di heman wextê de berdevka Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpa ye hat îmzekirin û li ser navê Xiristiyanên Demokrat jî roportorê sî Renate Sommer û Anna Maria Corazza Bildt îmze kir, li ser navê grûba Lîberalan Marietje Schaake, li ser navê gurûba Yeşîllera jî hev serokan Ska Keller û hevseroka berê Rebecca Harms û roportorê sî yê Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpa Takis Hadjigeorgiou ve hat îmzekirin.     

Raportora Tirkiye Pîrî di mesaja taybet belavkir de, ji bo Osman Kavala got: "Ji bo saziyên sivîl yên Tirkiyê şexsiyetekî girîng e" û di berdewama beyanatê de îfade kir ku: "Binçavkirina wî ji bo kesên umîda asaîyê ji bo Tirkiye dikir peyameke lerzîdêriyê ye. Li Tirkiye parêzvanên mafên însanan, akademisyen, parlamenter, serokên saziyên sivîl û rojnamevan bê delîl û qanit wek dijminê dewletê tên nîşandan û rûmet ji pêvajoya edlî re nayê kirin, ne mumkine em veya qebûl bikin û em qebûl jî nakin."          

Li hêladin îro li ser navê Temsîlkarê Bilind yê polîtîkayên Ewlehiya Yekîtiya Ewrûpa Federîca Mogherînî beyanatek hat belavkirin û hat gotin : "Osman Kavala di têkiliyê Tirkiye û Ewrûpa de muxatabekî bi ewlehî ye û binçavkirina wî 'pêşveçûnek bi endîşe dide me'. Di beyanatê de hat îfadekirin ku divê Tirkiye elameta bê sûciyê paş çav neke û  li gor Peymana Mafên Însanan ya Ewrûpa (AİHS) hereket bike."     

Binçavkirina Osman Kavala ji teref Wezareta Kar û Barê Derve ya Firansayê jî hat şîrovekirin û wek "pêşveçûnek bi endîşe" hat dîtin. Beyanata ji teref berdevkê Wezareta Karê Derve ya Firensay ve hat dayîn de hat gotin "Wek dewletên Ewrûpa yên din bi Osman Kavale re "birêkûpêkî" têkiliyên me hebû, ji ber vê yekê em jî van pêşveçûnan ji nêz ve dişopînin."

Osman Kavala di 19ê Cotmehê li Entabê dema ji bo projeyek Enstituya Goethe ya Elmanya ji komcivinî vedigeriya li Balafira Ataturkê ya Stenbolê hatibû binçavkirin.

Kavala wek 'Sorosê Tirkiye' tê zanîn û tê îdîakirin Kavala di bûyerên Gezî, 15ê Tîrmehê ya ku bi biştevaniya Emrîqa xwestin bikin û sitratejiya siyaseta çalan ya PKK/HDPê de Kavala heye.   

Tê gotin Kavala bi wesîleya saziyên sivîl û hinek weqfan olay û bûyerên li Tirkiye di qewimî fînanse dike.

Ji wan îddîayên balkêş yên ku di rojevê de derheqê Kavala de hatin gotin çend heb ev in:

-Kavala qaşo li ser navê 'Ji civakê re faliyetên bi fêde dike' bi dehan waqif û komeleyên têkiliyên wan wek bi rêxistinên FETÖ, PKK û DHKP-C rasterast destek dan wan. Di serî de Kavala Civaka Vekirî û Şîrketa Hevapar a Anatoliyê, Weqfa Dîrokê, Navenda Hafizê, Kurdîlît, Komeleya Welatiyên Helsînkî, Weqfa Aştiyê, Mala Kurdan a Diyarbekirê, Komeleya Mafên Însanan û li Rojhilatanavîn zêdeyê 200 komele û weqfên PKKê ji teref Kavala dihat fînanse kirin.

-Piştî teşebus derbeya 15ê Tîrmehê "Di 20ê Tîrmehê de bi biryara OHALê li Rojhilat û li Rojhilatanavîn 462 komeleyên PKKê yên hatin girtin ji teref Kavala dihat fînanse kirin.  

-Ji teref komeleyên Kavala fînanse dikir li deverê bi sedan konferans û panel ji bo propaganda PKKê bê kirin dihat lidarxistin.

- Di piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê û bûyerên parqa Geziyê de dîsa Kavala hebû. Silogana "Emê te nekin Serok" û "Dîktator Erdoğan" jî teref heyeta Osman Kavala ve hat îcadkirin.

-Têkiliyê Kavala bi Muhammed Dahlan yê ku jêre tm gotin "Prensê tarî yê Rojhilatanavîn û şûrê Îsraîl"jî hene.   

-Kavala ji bo di Siyaseta Tirkiye, saziyên sivîl yên civakî, sazûmanên tîcarî û di burokrasiyê de qaos û rageşî derkeve pêşkeşî kiriye.

Kavala di serî de mesela Kurd û Ermeniyan û pirsgirêka Elewî û Romanan û komeleyên LGBT yî di gelek mijaran de pêşîvaniya wan kir. Tê gotin Osman Kavala di 20 salê paşî de ji bo kaos û rageşî derkeve rêxistinên terorî fînanse kiriyê û di serî de van xebatana kiriye: "13 Îlona 2011an de hevdîtinên Osloyê çizirandiye û alîkariya medyayê ya bûyerên Hezîrana 2013an yê Gezî, erîşên bi bahana Kobanê yen 7 Cotmehê, di 11ê  Kanûna paşîn de daxuyaniya Akademîsyena û teşebusa 15 Temûzê ya darbeyê jî fînanse kiriye.      

-Kavala ji bo faliyetên PKK/PYDê bi alîkariya pêşve bibe û hebûna van li Sûrî zêde bike bi 70ê waqifên  biyanî re hevkarî kir û li Afrîn, Haseke, Tel Abyat, Kobanî, Munbîç, Kamişlo alîkarî belav kir. Di vê pêvajoyê de bi sadan projeyên ji teref BM-Mocha ve tê destekirin herî hindik 1.5 mîlyon dolar gihand PKKê.

Osman Kavala di çarçoveya operasyonên ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li dijî FETO hatibû destpêkirin û di operasyonên 17-25ê Kanûnê û teşebusa 15 Temûzê ya darbeyê de hat binçavkirin.

Di çarçoveyan lêpirsînên hat kirin de di 4ê Cotmehê de xebatkarê di Serekkonsolosiya Sitenbolê ya Emrîqa Metîn Topuz hat girtin. Derbarê serokê Navenda Lêkolîn û Stratejî Rojhilatanavîn (ORSAM)ê Şaban Kardaş de îşlem tên kirin. Têkiliyên firariyê doza Tirên MİTê Bayram Andaç û Muharrem Gözüküçük hatin tesbîtkirin. Xebatkarê Serekkonsolosiya Sitenbolê ya Emrîqa N.M.C di vê çarçoveyê de davetî îfadeyê hat kirin. N.M.C. nehat îfade ne da qîza wî û xanima wî bi şertê qontrolê serbest hat hat berdan. Di vê çarçoveyê de karsaz Osman Kavala hat binçavkirin û xebatên îfada wî hêjî dewam dike. 

      Mehmet Osman Kavala  di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bû. Lîseya Robert a Stenbolê xelas kir. Ji Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê mezûn bû. Piştî bavê Mehmet Kavala di sala 1982an de mir re di Koma Kavalayê de wek birêveber dest bi kar kir. Bû endamên Konseya Kar a Tirk-Polanya, Konseya Kar a Tirk-Yewnan, Center for Democracy in Southeast Europe(Navenda Demokrasî ya li Başûrêrojhilat a Ewrûpayê) û saziyên mîna van.

 Mehmet Osman Kavala dema pêvajoya damezrandina HDPê de  beşdarî Kongreya Demokratîk a Gelan û di pêvajoya çareseriyê de ji Demîrtaş û Ocalan re peyaman şand ku bi vê yekê balan kişand li ser xwe. Mehmet Osman Kavala mirovekî wisa bû ku ji rexekî ve navê wî bi modernîzasyoan F-16an dihat zikirkirin û ji rexekî din ve jî gotina xwe bi rêxistinên mîna PKK/HDPê dida kirin.

Navê Kavalayê ku digel nasnameya xwe karsaziyê bi sîfetên nivîskar, civaknas, dîroknas, wêjevan û hiqûqnas dihat wesfandin heyamekê  navê wî bi kesên mîna Sedat Pekerê pêşîvanên mafyayan jî hat zikirkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir