Ji Wezareta Karên Derve derheqê Kerkukê de daxuyanî
Ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê geşedaniyên li Kerkukê de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew amade ne k u di her mijarî de bi Hikûmeta Iraqê re li hev bikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ew ji nêz ve wan geşedaniyên li Kerkukê û gavên ku bo tesîskirina desthilatdariya makeqanûnê tên avêtin dişopînin û dû re wiha hat gotin: "Em Birêveberiya Heremî ya Kurd a Iraqê ya ku di van pêlên dawî de xeletî kirine cardin îqaz dikin. Ew kesên ku bibin sedem ku PKK li Kerkukê bi cî bibin dê ji vê yekê bên mesûlgirtin. Bi vê wesîlê em cardin hesasiyeta xwe ya li ser yekîtiya ax û siyasî ya Iraqê cardin tînin zimên. Di warê dawî lê anîna PKKê ya di axên Iraqê de em her tim bi Iraqê re bo hevkariyê amade ne."(ÎLKHA)