• DOLAR 32.474
  • EURO 34.68
  • ALTIN 2395.366
  • ...
Rêjeya beşdarbûna referandûma serxwebûnêji sedî 72,16 e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daneyên Komîsyona Referandûm û Hilbijartina Bilind a Herema Kurdistanê di referandûma serxwebûnê ya ku doh li Herema Kurdistana Iraqê hat kirin de ji sedî 72,16ên xelkê beşdarî referandûmê bûn.

Referandûm di 08.00ên şeveqê de dest pê kir û 19.00ên êvarî bi dawî bû. Hat diyarkirin 4 milyon 581 hezar û 255 kes xwediyê mafê dengdayînê bû.

Li gor daneyên ne fermî rêjeyên beşdabûnê wisa ne: Hewlêr ji sedî 86, Duhok ji sedî 90, Kerkuk ji sedî 78.77,  Deşta Nînowayê ji sedî 86, Hanekîn ji sedî 92, Akrê ji sedî 94, Gulala  ji sedî  78, Zaxo ji sedî  94, Karatepe ji sedî  62, Cebare ji sedî  76, Soran ji sedî  86, Mahmur ji sedî  87,3, Amediyê ji sedî  89, Çoman ji sedî  91, Mergesor ji sedî  98, Rewanduz ji sedî  90. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir