4 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin di operasyonên ku li Diyarbekir û Bedlîsê li dijî PKKê tên lidarxistin de pevçûn derket, di encama pevçûnê de li Diyarbekirê 3 û li Bedlîsê jî PKKyiyek hat kuştin.
Di daxuyaniyên ku ji Walîtiyên Diyarbekir û Bedlîsê ve hatine dayîn de hat ragihandin di nav sînorên gundê Dîbekkoya Licê di 8ê Îlonê di derdora seat 14.00an de 3 PKKyî û li herema ku di navbera Mûtkiya Bedlîsê û Haskoya Mûşê dimîne de jî PKKyîyek hat kuştin.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin çek, muhîmat û alavên jiyanê hatine bidestxistin.(ÎLKHA)