• DOLAR 32.497
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2403.18
  • ...
Welayetî: Siyasetên nîjadperest û jenosîdkar ji tekçûnê re mehkûm in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alî Ekber Welayetiyê ku Serokê Lêkolîna Stratejîk ê Konseya  Teşhîsê yê Mesleheta Nîzama Îslamê û şewirmendê polîtîqaya derve yê Rêberê Înqîlaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Hamaney ne, ji wan qetlîamên ku ji teref birêveberiya Myanmarê ve li hember Mislimanên Arakanî re tên kirin bertek nîşan da û diyar kir "Siyasetên nîjadperest û jenosîdkar ji tekçûnê re mehkûm e."

Welayetiyê di axavtina xwe ya ku kir de qala wan qetlîamên wehşiyane û hovane yên ku li Myanmarê li hember Mislimanên Arakanî tên kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew qetlîamên ku li Myanmarê li hember Mislimanên Arakanî tên kirin nayên qebûlkirin. Ew bihane û hincetên ku pê qetlîam tên kirin jî nayên qebûlkirin. Bi sedselan Misliman li wê derê dijîn. Niha hinek kes radibin û di çarçoveya siyasetên nijadperest de dibêjin "berî vê çend hezaran salan ev kes li vê derê tunebûn." Îddîayeke ku bi aqilan nakeve davêjin holê. Ew kesa ku niha li Myanmarê li îqtîdarê ye û destekê dide qetlîam û şiddetan heyamekê mafên însanan diparast. Lê belê ev siyasetên nîjadperest û jenosîdkar ji tekçûnê re mehkûm in. Ew ê tu carî bi ser nekevin. Civaka navneteweyî, nexasim NY divê di vî warî de gavên ku dê karibin bên tetbîqkirin bavêjin."

Nûçegihanê ÎLKHAyê ji Welayetî derheqê ziyareta sererkanê Îranê ya Tirkiyê de "Ev ziyaret tesîreke çawa li ser geşedaniyên heremê bihêle?" kir. Welayetî pirsa nûçegihanê wisa bersivand: " Weke ku hûn jî dizanin Sererkanê Îranê Tirkiyê ziyaret kir û ev ziyaret heqîqeten jî  pir baş bû. Dibe ku cara ewil ji Îranê heyeteke wisa paye bilind Tirkiyê ziyaret kir. Rayedarên Tirkiyeyî bi şikleke baş û xweş heyetê pêşîwazî kirin. Hevdîtinên baş û xweş hat kirin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir