• DOLAR 32.269
  • EURO 34.721
  • ALTIN 2403.238
  • ...
Kerwana Ûmudê bi sedan qurban serjê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Kerwana Ûmudê ya ku her saln bi alîkariya ku dike rûyê bi deh hezaran malbatên jar û feqîr dikenîne vê Eyda Qurbanê ji xwe re kiriye armanc ku ji bi hezaran kesên jar û feqîr re alîkariya goştê qurbanan bike.

Roja ewil a eydê bi sedan endam û dildarê Weqfa Ûmudê piştî nimêja  eydê berê xwe dan mezbexanê û di nav hevkariyê de hewil dan qurbanan serjê bikin. Heywanên ku ji bo qurbanan hatibûn kirîn ji teref kesên ehlê karê xwe ve hatin serjêkirin.

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Kerwana Ûmudê M. Elî Işik di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila Eyda Qurbanê ji ummeta Îslamê re bibe wesîleya xêran û derheqê serjêkirina qurbanan de agahiyan da.

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Weqfa Kerwana Ûmudê ji xwe re kirine armanc ku ji bi hezaran malbatên feqîr re alîkariya goşt bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me di bergeha orgnanîzyona qurbana 2017an de temamê haziriyên xwe xelas kir û me qurbanên xwe stand û me wan anî mezbexanê.Piştî nimêja eydê digel wekaletên ku dan me me dest bi serjêkirina qurbanan kir. Heta niha nêzî 200 heywanan ji teref kesên ku ehlê karê xwe ve ne hatin serjêkirin. Heta niha wekaleta 350 heywanan ji me re hatiye dayîn. Kesên ku wekaletên xwe dane me bila zanibin keda hemû kesî di vî karê xêrê de heye. Me niyet kiriye goştê qurbanan îro beşlav bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir