• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihaya ji sedî 50ê pêdiviya fistiqan a Tirkiyê tedarik dike û di van salên dawî de lê hişkesalî lê hakim e hilberînerên fistiqan bi derd û kûl in. Hilberîner diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye û ji ber vê yekê jî bihaya fistiqan gelek zêde bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Serokê Komeleya Fistiqvanan a Rihayê Muslum Durmaz di daxuyaniya ku derheqê mijarê da de destnîşan kir fistiqa terr a ku kîloya wê sala çûyî bi 7 wereqan bû îsal derketiya 13 wereqan. Durmaz dû re wiha got: " Çawa ku ji bo genim, ceh û pembû destek tê dayîn, bi heman awayî divê ji bo hilberîna fistiqan jî destek bê dayîn. Em vê yekê ji dewletê teleb dikin. Ger di vî warî destek û piştevaniyeke wisa bê kirin ez bawer dikim ku ew ê di wan di temamê erdan de erdên ku kerî tiştekî nayên de jî fistiq bên çandin."

Cotkarên bi navê Necmî Çelîk, Abdullah Marik û Alî Aslan û her wiha komisyonvanê bi navê Alî Albayrak jî derheqê mişkîleyên ku di warê hilberandina fistiqan tên dîtin û derheqê zehmetî û problemên ku ew bi xwe bi wan re rûbirû dimînin de gazinên xwe anîn zimên û gotin divê ji cotkaran re destek bê dayîn, ger destek neyê dayîn ew ê di taliyê de keda wan a 30 salane  tev  ber avê re biçe.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir