• DOLAR 32.28
  • EURO 34.796
  • ALTIN 2413.018
  • ...
Ger destdirêjî li can û malbata we bê kirin mihafezekirina wan heqê we ye û ev meşrû ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wan salên 90î de ji teref JÎTEM, PKK û FETO ve bêhed û bêhisab zext, qetlîam û cinayet li kesên dîndar û mutedeyyîn hatin kirin û kesên dîndar  û mutedeyyîn ên ku bi hewlên xwe mecbûr man ku xwe ji van qetlîam û cinayetan mihafeze bikin bi komplo û kumpasan hatin mexdûrkirin ku hêj mexdûriyetên van kesên dîndar berdewam dike. Kesên Yûsufiyên ku li wan zilm û tehdayî hatine kirin û bi salan di girtîgehê de tên girtin niha li benda edalet û azadiyê ne.

Ji van Yûsufiyên ku di salên 90î de serî li ber zilm û tehdayiyên JÎTEM û PKKê netewand û di vê oxirê de bedel daye û di salên 1997an de ji teref FETO ve hatiye hedefgirtin û bûye mehkûm Îhsan Baran e. Îhsan Baranê ku Yûsufî ye ev 24 sal e ku bi neheqî û belesebeb di girtîgehê de tê girtin.

Mehmet Baranê ku birayê Îhsan Baranê Yûsufî ye derheqê mexdûriyeta birayê de xwe de diyar kir di wê heyamê de  dewlet tunebû û PKKa qest kiriye ku birayê wî bikuje. Baran di berdewama axvtina xwe de diyar kir rewş ev bû û di ser vî halî de birayê wî hatiye desteserkirin û bi rojan îşkence lê hatiye kirin û ev 24 sal e ku di girtîgehê de tê girtin.

Baran di berdewama axavtina xwe de qala zilm, tehdayî û zextên rêxistinên tarî û PKKê yên wê heyamê kir û diyar kir ev rêxistin kiribûn armanc ku xelkê heremê yê ku xwediyê nasnameya Îslamî ye bê mehkûmkirin. Baran her wiha diyar kir ew berxwedana ku di 15ê Tîrmehê de li dijî teşebûsa darbê hatiye nîşandan bi heman awayî di salên 90an de Misliman jî li dijî êrîşên ku li Mislimanan hatine kirin nîşan dane.

 "Zilmên ku nehatine dîtin hatin jiyan"

Baranê ku qala wan plan û leystikên PKKê yên li ser zarokan kir di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: " Di wan salên 90î de PKK li ser xortan plannan xêz dikir, wan dibir serê çiyê û gefê li wan dixwar. Digel van tiştan rêxistinên mîna JÎTEMê yên di nav dewletê çalakiyên cuda dikirin. Wan salan millet gelek zêde eziyet û tehdayî kişand. Dîsa di wan salan de di nava darazê de jî FETO haikm bû."

Baran axavtina xwe ya derheqê wan rojan de wisa domand: "Ji ber ku birayê xwediyê lehengeke Misliman bû di salên 1994an de  xwe weqfî camiyê kiribû û dersa Qur'anê dida zarokan. Ew dixwast civak islah bibe, rebbê xwe nas bike  û neslên ku dê werin di dinyayeke adil û muferreh de bijîn. Ew ji bo vê yekê hewil dida. Elbet ew rêxistinên tarî birayê min û kesên ku mîna wî difikirîn xistin hedefên xwe. Lewra ew rêxistinên tarî dixwastin civak ji Îslamê dûr bikeve, li gor fikrên wan hereket bike û bikeve nava nava çirav û teqanê. Ev kesên ku xizmetên Îslamî dikirin li ber van hedefên wan rêxistinên tarî asteng bûn.  Ji ber wê yekê li gor wan diviyabû ev kes nejiyabana. Ji ber vê sedemê jî zilmên ku nehatine dîtin hatin kirin."

"Bi zabitnameyên îfadê yên ku di bin îşkencê de bi zorê hatine îmzekirin bi hezaran kes hatin mehkûmkirin"

Baran diyar kir di wan salên 90î de ji aliyekî ve PKK ji aliyê din ve jî rêxistinên mîna JÎTEMê yên di nav dewletê de bi temamê hebûna xwe dest bi êrîşan kiribûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev rêxistin him civakê îfsad dikirin û him jî wan kesên Misliman ên ku hewil didan îfsadê asteng bikin qetil dikirin. Di wan salan de bi sedan Misliman di êrîşên van zaliman de şehîd bûn. Kesên ku xwe diparastin jî ji teref daraza FETO ve dihatin mehkûmkirin. Lewra hisabekî wan li ser civakê hebû. Digel ku raporên îşkencê hebûn, li gor zabitnameyên binçaviyê cezayên giran ji Mislimanan re diha dayîn. Bi zabitnameyên îfadê yên ku di bin îşkencê de bi zorê hatine îmzekirin bi hezaran kes hatin mehkûmkirin û hêj ev Misliman wê cezaya ku belesebeb û bi neheqî ji wan re hatiye dayîn dikşînin."

Ger kesek dest dirêjî can û malbata we bike mihafezekirina wan heqê we û meşrû ye

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir di salên 90an de ew kesên ku qestî canên wan hatin kirin hewil didan xwe biparêzin ku ev yek jî rewşeke meşrû ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bifikirin tên da ku we bikujin û qestî canê we dikin û hûn xwe diparêzin û di ser vê halê wê de weke ku we sûc kiriye hûn tên îthamkirin. Tiştekî ku jê re mudafaya meşrû tê gotin heye. Ger kesek dest dirêjî can û malbata we bike mihafezekirina wan heqê we û meşrû ye

 "Ji wan sûcên ku failên wan meçhûl bûn re fail dihat lêgerîn"

Baran diyar kir ew xortên ku xwediyê nasnameyên Îslamî ne di bin îşkenceyan de ji ser wan cinayetên ku failên wan nediyarin dihatin cezakirin û wiha got: "Weke ku hûn jî dizanin di salên 90î de cinayet dihatin kirin. Ji van cinayetên ku failên wan ne bellî bûn re fail dihat lêgerîn.  Xortên ku xwediyê nasnameyên Îslamî bûn dihatin desteserkirin û di bin îşkenceyan de ev cinayetên ku failên wan meçhûl in dikirin stûyên wan. Ev xort ji ser wan cinayetên ku nekirine ha tin cezakirin Di wan salan de ne qanûn ne jî nîzam hebû.H Hiqûq û edalet tunebû."

 "Em li benda vekirina rêya darizandine ji nû ve ne"

Baranê ku diyar kir ew di wan salan de gelek zêde êş û elem kişandine wiha got: "Lê me her tim tewekkul kir. Digel hemû tiştî em hêvîdar bûn. Me got ew ê ev rojên nexweş dê derabs bibin û em hêvîdar bûn. Lê belê 24 sal derbas bû û birayê min hêj di girtîgehê de ye. Em dixwazin ku bila adil binç em bawer nakin ku birayê min sûcekî kiribe. Ji ber vê yekê em tehemûl nakin ku di girtîgehê de bê girtin. Ev bi salan e ku em diaxivin û bang dikin. Lê bi ya me nexasim dengê me nayê xwestin bê bihîstin. Em efûyê teleb nakin, lewra di holê de sûcek tuneye. Em li benda vekirina rêya darizandine ji nû ve ne. Bila darizandina nû bê kirin da ku heq û heqîqet derkeve holê."

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku di 15ê Tîrmehê de bi balafiran her derî bombebaran kirin di salên 1990 û 2000an de tiştên nemayî kirin û wiha bang li îqtîdarê kir: "Ger îqtîdar vê zilmê dibîne û jê re bêdeng dimîne  û ger ji bo tecellîkirina edalatê hewil nade ev vebal û guneke mezin . Tu kes nikare hisabê vê yekê bide Xwedê."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir