"Ji teref miftîtiyan ve jî birîna mehrê verastkirineke di cî de ye"
Endamên Îttîhadul Ulemayê Fesîh Memîşdiyar kir ji miftîtiyan re dayîna rayeya birîna mehrê verastkirineke di cihê wê de ye.
Weke ku tê zanîn wê roja borî bi pêşnûmaya qanûnê ya ku hat amadekirin ji miftîtiyan re jî mafê birîna mehrê hat dayîn. Endamên Îttîhadul Ulemayê Fesîh Memîşê ku derheqê mijarê de nirxandinan kir diyar kir ji teref miftîtiyan jî birîna mehrê verastkirineke di cî de ye û dû re wiha got: "
Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di vê bergehê de li peşnûmayê bi şikleke musbet dinêrin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew şert û mercên ku ji teref Xweda ve derheqê nîqahê de hatine danîn divê werin di bîran xistin û dû re werin zewicandin. Ew kesê memûr, seyda û xoca yê ku ew ê mehrê bibire divê mukellefiyetên jin û mêran ên ku ji teref Xweda ve hatine diyarkirin di bîran bixe. Ji xwe tiştê ku di nîqahê de esil e parastina mafên jinan e. Ji ber vê yekê heqê kirariya mehbirînê ji miftîtiyan re jî dayîn gavekî di cî de ye."(ÎLKHA)