"Em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filistîniyan re bibin destek"
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku di civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê de axivî diyar kir 'Em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filîstîniyan re bibin destek.'
Li Stenbolê Civîna Komîteya Îcrayê ya Awarte yên Wezîrên Karên Derve yên Teşkîlata Hevkariya Îslamê hat tertîpkirin. Di civîna ku hat tertîpkirin temamê kiryarên siyonîstên terorîst hatin şermezarkirin.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku ji civînê re serokatî dikir derheqê meseleya Filistînê de nirxandinan kir. Çavuşoglu banga ji Filistînê re destekdayînê kir û wiha got: " Bi milyonan Filistîniyên ku bûne koçber û yên ku di wan axên ku ji teref îsraîlê ve hatine îşxalkirin de dijîn hene ku divê em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filîstîniyan re bibin destek. Em ji vê derê bang ji hemû kesên ku dixwazin ji vê zilmê re bibêjin bisekine re dikin, werin Dewleta Filistînê nas bikin."(ÎLKHA)