• DOLAR 32.46
  • EURO 34.682
  • ALTIN 2390.661
  • ...
Şaxa Ciwanana HUDA PARê ji bo 'Qudsê' pedal zîvirand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ve  ji bo bal û dîqqet bên kişandin li ser  wê terora ku terorîstên siyonîst li Qudsê tetbîq dikin bi dirûşmeya 'Ji Bo Qudsê Derkeve Rê' tûra bisikletê hat tertîpkirin.

Tûra duçerxê ji Çarrahê Lunaparkê dest pê kir û  li Qada Şêx Seîd a li Deriyê Çiyê bi dawî bû. Di dema tûra duçerxê de kesên beşdarvan  heta ku gihaştin Qada Şêx Seîd bênavber tekbîr anîn  û dirûşmeyên mîna 'Ji Amedê ji Qudsê re hezar silav', 'Misliman raneze li Qudsê xwedî derkeve'  avêtin û ji terorîstên îşxalker re lenet xwendin.

Li rawestgaha dawî girseya duçerxê ji teref welatiyan ve bi pankartan hat pêşîwazîkirin. Li vê derê  Serokê Şaxên Ciwanan ê Diyarbekirê  yê HUDA PARê Yasîn Dursun metna daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Dursun di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ji bo bibin dengê Quds û dengê mezlûman li vê derê kom bûne. Dursun her wiha diyar kir çeteyên siyonîst her tim Mislimanan şehîd dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew çeteyê siyonîst a ku tû hiqûqê nas nake Mescîda Eqsayê dorpêç dike û têketina Mislimanan asteng dike. Ew siyonîstên îşxalker  ji xwe re perçebûn û belavbûna me wek firsedê dît û di 13ê Tîrmehê de 3 birayên me yên Filistînî şehîd kir. Ev jî ne bes bû, heman çete roja înê kirina nimêja înê re bû asteng. Li wê Mescîda Eqsayê ya ku ji Mîraca Pêxemberê me Hz. Muhammed re şahîdî kiriye piştî  48 salan cara ewil nimêj înê  nehat kirin."

Dursun di dawiya axavtina xwe de diyar kir çeteyên siyonîst ji zû ve hedê xwe derbas kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: " Bêdengiya Mislimanan cesaretê dide siyonîstan. Divê mezinên welatên Misliman dev ji îxtîlafan berdin."(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir