• DOLAR 32.263
  • EURO 34.714
  • ALTIN 2402.419
  • ...
Mehkûmê nexweş Alpsoy destên wî kelepçekirî birin ameliyatê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoyê hikûmxwar ê ku ev 18 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye û di girtîgehê de bi nexweşiya qenserê ket û li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê tedawî didît destên wî kelepçekirî birin ameliyatê.

Malbata Alpsoyê ku di seat 09.00an de ket ameliyatê  diyar kirin Şeyhmus dikeve ameliyateke pir giran û ji ber vê yekê ew ji bo Şeyhmus ji temamê Mislimanan dia teleb kirin.

Di dîmenên ku hatine kişandin de tê dîtin dema ku Alpsoy ji bo ameliyatê dibin destên wî di kelepçeyan de ye û leşkerên ku li ber serên wî ne jî çekên wan di destên wan de bi şikleke amade pê re ne. Lê di ya rastiyê de diviyabû leşker bi çekên xwe di derên girtî de ne wisa bana.

Şeyhmus Alpsoy ev 18 sal e ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka hat kirin re  Şeyhmus Alpsoyê ku êşa qanserê pê re heye û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji Girtîgeha Sîncanê neqlî Girtîgeha Tîpa Fyê ya bi Nimreya 2yemîn hat kirin. Alpsoyê ku li Tekîrdagê nexweşiya wî lê zêde kiriye tu kesî serê xwe pê neêşand û wî nerakirin revîrê. Ji ber ku tu kes bi Alpsoy eleqedar nebû nexweşiya wî zêdetir pêşve çû, ji ber vê yekê Alpsoy hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
 











Bu haberler de ilginizi çekebilir