Êrîş li eskeran hat kirin: Eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 esker jî birîndar bûn
Di êrîşa bi roket a ku li Çelêya Colemêrgê li eskeran hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh êvarî di derdora seat 23.00an de li nêzî gundê Ogula Çelêya Colemêrgê ji teref PKKyiyan ve êrîş bi roketavêj li wesayîta eskeran hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 6 esker jî birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)