• DOLAR 32.227
  • EURO 35.228
  • ALTIN 2480.603
  • ...
Yetim-Der ji malbatên feqîr û jar realîkariya Remezanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera ku kar û barên xwe li Diyarbekirê birêve dibe  bênavber xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Yetîm-Der vêcar jî ji ber minasebeta meha Remezanê li Diyarbekirê ji kesên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Digel ku Remezan be û hewa gelek zêde germ bin jî  endamên Yetîm-Derê derî bi derî geriyan û ji malbatên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e  û hewcedar in koliyên erzaqê belav kirin. Dildarên ku di vê germahiyê de mal bi mal geriyan di derbarê mijarê de diyar kir ew hêvî dikin bes riza Xweda qezenc bikin.

Serokê Yetîm-Der Fîkrî Karavîlê ku di derbarê mijarê de raya giştî agahdar kir di derbarê mijarê de diyar kir  wan beriya Remezanê erzaqan amade kirine û di Remezanê de gihaştandine malbatên feqîr. Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Teqrîben 10 roj ji eydê re man. Xweda nesîb bike em ê di van rojên mayî de jî em ê haziriyên xwe bikin da ku em koliyên xwe yên erzaqê ji bo feqîr, jar û etîman belav bikin.”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir  wan ji xwe re kiriye hedef da ku ji temamê kesên feqîr û hewcedar re alîkarî bikin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda nesîb bike me plan kiriye li temamê navçeyên Diyarbekirê ji kes û malbatên hewcedar, feqîr û yetîm re alîkariê bikin. Em hêvî dikin Rebbê me vê yekê ji me re bike nesîb. Ji ber vê yekê em  ji kesên xêrxwaz alîkarî û destekê teleb dikin.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir