• DOLAR 32.482
  • EURO 34.71
  • ALTIN 2405.165
  • ...
Ji HUDA PARê di derheqê qetlîamên siwîl ên ku li Raqqayê tên kirin de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ew xeberên qetlîamê yên ku di vê meha mibarek de ji cûrbecûr heremên cografya Îslamê tên wanan mehzûn û xemgîn dike û her wuiha ev feryadên ku bilind dibin erşa ala dilerizîne.

“Gelek kesên siwîl hatin kuştin û her roja ku derbas dibe hejmera însanên ku bûne mihacir zêde dibin”

Di daxuyaniya ku hat dayîn bal hatin kişandin li ser hejmera bi hezaran kesên siwîl ên ku di operasyona ku di pêşîvantiya Amerîkayê de li Rakkayê tê kirin de  hatine qetilkirin û hat gotin ji ber operasyonan bi sed hezaran ke ji naçarî war û welatên xwe terikandin û wiha hat ragihandin: “ Li Misûlê jî rewş ji ya Raqqayê ne cuda ye, li wê derê jî  gelek kesên siwîl hatin kuştin û her roja ku derbas dibe hejmera însanên ku bûne mihacir zêde dibin.”

 “Qetlîamên siwîl ên ku ji teref Amerîka vê hatine kirin  ew qas zêde ne ku êdî nema tên veşartin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin “Ew Amerîkayê ku bi emel û armancên şeytanî yên cuda mudaxeleyî welatên Îslamî îşxal dike  û ji xwînê, zilm, mirin û hestiran çawav pê ve tu tiştî bi nabe welatên Îslamî, hewil dide jenosîde bike û bi bikaranîna çekên kimyewî dixwaze axên me di leha siyonîzmê de  bêînsan bihêle. Ew qetlîamên Amerîkaya ku ji koalîsyonê re pêşivantiyê dike ew qas zêde bûne ku êdî nema tên veşartin û ji ber ku êdî nema tên veşartin êdî ev qetlîam di NYyê ku di bin tahakkuma siyonîzm û Amerîka de ye jî cih digre.”

“Em banga yekîtiya qewetê li Mislimanan dikin da ku  ji bo wan şerên ku li axaên Milsimanan berdewam dikin çareseriyê bibînin”

Di berdewa daxuyaniyê de qala wan daxuyaniyên ku ji teref Paulo Pînheîroyê Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê yê NYyê û yên Rêxistina Şopandina Mafên Însanan hat di bîran xistin ku di wan dihat diyarkirin ji ber operasyonên ku hatine kirin li Raqqayê bi hezaran însanên siwîl hatine qetilkirin û bi sed hezaran kes jî  ji war û welatên xwe bûn û di opersayonên li Raqqa û Misûlê de bombeyên fosforê hatin bikaranîn. Divê qetiyan bawerî bi muttefîkbûn û dostitiya Amerîkayê neyê anîn û hat gotin: “ Em wek HUDA PARê wê Amerîkaya ku agir berdide cografyaya Îslamê telîn dikin û em banga yekîtiya qewetê li Mislimanan dikin da ku  ji bo wan şerên ku li axaên Milsimanan berdewam dikin çareseriyê bibînin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir