Encamên ALESê hatin daxuyandin
OSYM encamên ALESê eşkere kir.
Encamên Ezmûna Perwerdehiya Serlîsans û Personelên Akademîk(ALES)ê hatin eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya OSYMê, xebata nirxandina encamên Ezmûna Perwerdehiya Serlîsans û Personelên Akademîk(ALES) a ku di 7ê Gulanê de hatibû kirin temam bûn.
Kesên ku têketina îmtîhanê dê karibin ji ser malperên "https://sonuc.osym.gov.tr/" an jî "https://ais.osym.gov.tr/" netîceyên îmtîhanê binêrin.(ÎLKHA)