Yapicioglu di derheqê helîkoptera ku ket de daxuyaniyeke balkêş da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di bernameya fitarê ya partiyê xwe de axivîdi derbarê helîkoptera ku li Şirnexê ket de daxuyaniyeke balkêş da.
Ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernamê bû û di derheqê helîkoptera ku li Şirnexê ket û 13 kes jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyeke balkêş da.
Yapicioglu di daxuyaniya ku da dabû de di derbarê helîkoptera ku ketibû de wiha axivîbû: “ Di temamê balafir û helîkopterên ku dane me de çîp hene ku dema xwestin dikarin mudaxele bikin û helîkopter û balafiran dabixin.” Ji ber vê gotina Yapicioglu rojnameger di deheqê mijarê de jê pirsan kirin.
Rojnameger ji Yapicioglu pirsa îxtîmala daxistina helîkopterê heye yan nekiribû. Yapicioglu pirsa rojnamegeran wisa bersivand: “ Helîkopter ket an jî hat daxistin. Di destê me de agahiyeke eseh tuneye ku helîkopter hatiye daxistin. Lê em vê yekê baş dizanin ku her çiqas gewdeya helîkopteran ji teref me ve bên hilberandin jî temamê amûrên wan ên elektironîk û nivîsbariyên wan ji teref wan ve tên çêkirin û heta ku em ji wan nestînin jî ew ê karibin li gor dilê xwe helîkopter û balafiran dabixin. Dîsa ew ê nehêlin ku ev balafir û helîkopter li dijî wan kesên ku ew naxwazin bên bikaranîn.Min hewil da balan bikşînim li ser vê yekê.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bûyera Org. Eşref Bîtlîsê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan bû û di sala 1993an de di qezaya ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dabû di bîran xist û diyar kir hêj mesele nehatiye eşkerekirin û wiha got: “ Hêj ew mirinên muhendîsên ku ASELSANê de dixebitîn nehatine ronahîkirin. Îddîa ew e, ji ber ku ew, nivîsbariya pergela firînê çareser kirine hatine kuştin.”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji Xweda ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji malbatên wan re jî sebrê temennî kir.(ÎLKHA)