• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
 "Dema ku ummet li dora navê Pêxember li hev civiya wehdet çêbû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatoriya Ewrûpayê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Hamburga Almanyayê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Serokê Weqfa Lêkolînên Siyerê  M. Emîn Yildirim di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir Selahaddînê Eyyûbî ji bo di nav Mislimanan de wehdetê tesîs bike ummetê li meydanan û li bin muhabbeta Hz. Muhammed de aniye ba hev û di netîceya vê yekê de Xaçperest tarûmar bûne.

Yildirim di berdewama axavtina xwe de qala wê coş û şahiya bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin kir û got: “Hêj kêfxweşî û şadiyê wê meydanê bi min re heye. Ew însanên ku ji bo Mewlûda Hz. Muhammed îhya bikin li hev kom bûbûn ji kû zanibûn ku ew ê ev hezkirin belavî çar aliyê dinyayê bibe û ew ê heta Hamburgê were? Temamê meselê bi anvê Xwedê kirin û bi şikleke îxlas kirina xebatan e.”

 “Alema Îslamê ji nişka ve li dora navê Resûlê Xwedê civiya”

Yildirim di berdewama axavtina xw de diyar kir di dema ku Selahaddîn Eyyûbî bû desthilatdar ummet bûbû piçikk û parî û Eyyûbî ji bo Yekîtiya Îslamê saz bike xebitiye. Yildirim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Başe, gelo Selaheddînê Eyyûbî vî karî çawa çêkir?Nihêrt ku ummet bûye piçûk û parî. Hemû kes bi rexekî ve vekişiyaye. Ez bi zimanê îro bibêjim da ku derdê min baştir bê fêmkirin: Hemû kes digot seydayê min, terîqatê min, hîzba min, weqfa min û komeleya min. Ummet ne derdê tu kesî bû.. Hemû kes berê kar dida rexinan din. Selahhadîn Eyyûbî li ummetê nihêrt û got ev wisa nabe. Divê em li xaleke hevpar li hev kom bibin. Parîkek fikirî ka ev xala hevpar çi ye. Ger weke me civînên wehdetê kiribana dê weke encaman girtibana. Îro Misliman jî car car kom dibin û li ser navê wehdetê tiştinan dibêjin. Lê ev civîn dibin sedemên tefrîka û îxtîlafên nû. Selahaddînê Eyyûbî ji ber vê yekê vî tiştî nekir. Wî ummetê li sehayê kom kir, ummetê li meydanan top kir û hezkirina Pêxember derxist pêş. Got ku ev ummet dikare li dora hezkirineke tenê bicive, got tu hezkirin nikarin bide pêşiya hezkirina Pêxember û divê nikaribe jî. Van tiştan got û alema Îslamê ji nişka ve li dora navê Hz. Muhammed kom bû. Bi vî awayî ew ummeta ku bûbû piçûk û parî dema ku li dora navê pêxember kom bû wehdet hat tesîskirin.Piştî vê yekê hêz û qewet bû ya wan û li hember artêşên xaçperestan tarûmar bûn.Ew azana Muhammedî ya ku li Qudsê hatine birîn bi wê Herba Hitînê ji wê rojê heta roja me hat.”

Bernameya Wîaldeta Pîroz bi kirina diayê bi dawî bû.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir