Serokê YSKyê encamê teqez a referandûmê eşkere kir
Serokê Lijneya Hilbijartina BilindGuven encamê teqez a referandûma ku di 16ê Nîsanê de ji bo guherîna mekaqanûnê hatibû kirin eşkere kir.
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven encamê teqez a referandûma ku di 16ê Nîsanê de ji bo guherîna mekaqanûnê hatibû kirin eşkere kir. Li gor daxuyaniya ku ji teref Sadî Guven ve hatiye dayîn di hilbijartinê de 25 milyon û 157 hezar û 463 kes dengê erê, 23 milyon û 779 hezar û 141 kes jî dengê naxêr dane.
Rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 88.45
Rêjeya dengên erê ji sedî 51.41
Rêjeya dengên naxêr ji sedî 48.59(ÎLKHA)