Tê hêvîkirin ku bihaya zêran erzan bibe
Zerfiroşên Entabî hêvî dikin ku bihaya zêran erzan bibe û karên wan baş bibe.
Zerfiroşên Entabî diyar kirin ji ber ku beriya referandûmê bihaya zêran zêde bûye karên wan nebaş e, encax ew diyar dikin piştî diyarbûna encama referandûmê ew hêvî dikin ku bihaya zêran erzan bibin.
Zêdebûna bihaya dolaran û ji ber bûyerên ku qewimîn êdî danûstandin gihaşt asta xelasbûnê. Ji vê rewşê jî herî zêde dikandar tesîrdar bûn. Zêrfiroşên Entabî yên bi navê Suleyman Nazli, Nurettîn Elbeylî û Mehmet Galîp Aytaç ên ku me bi wan re di derbarê mijarê de hevpeyvîn kir di derheqê mijarê de diyar kirin ji ber ku bihaya zêran zêde bû êdî firotina zêran gelek kêm bûn, heta niha ji ber referandûmê nediyariyek hebû, em hêvî dikin ku di nava vê hedtiyê de bihaya zêran erzan bibin û karê me baş bibe.(ÎLKHA)