• DOLAR 32.565
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2445.563
  • ...
Kesên ku ji êrîşa bombeyî tesîrdar bûn qala tiştên ku jiyane kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan ji teref PKKê ve li Baglara Diyarbekirê ji teref PKKê ve êrîşa bombeyî hat kirin. Ji ber êrîşa ku hat kirin dikan û malên derdorê zirar dîtin. Nîştecihên Avahiya Yektayê ya ku li ser Kolana Emekê ya Taxa Mewlana Xalid di derheqê êrîşa ku hat kirin de diyar kirin ji ber êrîşê malên wan hilweşiyane û ew nikarin di wan rûnin.

Kesa bi navê Songul Akin a ku diyar kir ji ber teqînê di kolonên apartmanê de zirareke mezin pêk hatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xisar gelek zêde ye. Ji ber ku em ditirsin em newêrin têkevin apartmanê. Lewra kolon hilweşiyane. Ji xwe malên me ji êrîşa bombeyî ya yekem zirar dîtibûn. Niha jî zêdetir zirar dîtin. Ji bo li malên me binêrin hatine lê ji ber ku tu kes ji me ne li mala xwe bû lêkolîn nekirine û çûne.”

 “Ma em ê her sibe bi dengê bombeyan hişyar bibin?”

Akin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew serê şeveqê zû hatine û li benda rayedaran sekinîne. Akin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu kes nayê û naçe.Ji ber ku em nikarin têkevin mala xwe em li ba naskiriyên xwe dimînin, lê heta kû derê? Em li xwe heyirîn. Em ji rayedaran dixwazin bila werin vê derê û li ser kolonên apartmanê lêkolînann bikin. Bila qerarekê bidin, ka em dikarin têkevin malên xwe yan na? Em xwîn û mirinê naxwazin. Bila êdî hizûr û aştî were memleket. Ma her şev bitirs tê razan? Ma her roj bi dengê teqînan şiyar bibin. Êdî bombe neteqin jî em bifikarin. Dema em zarokên xwe berdidin derve em dibêjin gelo ew ê dîsa bombe biteqin? Em li memleket van tiştan naxwazin.”

Kesa bi navê Fatma Ulgen di derheqê tesîrên  neyînî yên ku êrîşê li ser wan hiştine de nirxandinan kir û wiha got: “Edî em dikin ji siha xwe jî bitirisin. Lewra her tim bombe diteqin. Em ê çi bikin? Bila bûyerên wisa neqewimin. Em ji memleketê xwe biçin kû derê?”

“Divê mekteba polêsan derînin derveyê bajêr”

Dîlber Unat jî diyar kir ew êvaran newêrin razin û wiha got: “Em ditirsin. Lewra em dibêjin ma ew ê dîsa  bombe biteqin. Em bi rihetî serê xwe nikarin deynin li ser balifên xwe. Em dixwazin bila mekteba polêsan bibin dereke ku ji mala me dûr be.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir