• DOLAR 32.283
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2409.04
  • ...
"Em edebiyata emperyalîstan dixwînin lê edebiyata min a Kurdî di mifredatê de tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mustafa Armaganê diroknasê ku di konferansa bi navê ‘Çima Diyarbekirê Mora Tirkiyê ye’ hat lidarxistin de axivî. Armagan wiha ragihand: “Em edebiyata Almanî dixwînin û edebiyata Îngîlîzê didin xwendin. Edebiyata emperyalîstan dixwînin lê edebiyata min a Kurdî di mifredatê de tune. Di welateke ya ku bi milyonan însan Kurdî diaxivin de ziman û edebiyata wan nayê hesibandin.”

Mustafa Armaganê diroknas ê ku wek gotarvan beşdarê konferansê bû diyar kir ku her tim hewl hatiye dayîn ku Anadol were dagirkerkirin û her tim li ser wê lîstik hatine lîstin.

Armagan diyar kir divê Mislimanên ku Xerbê ji xwe re dikin rêber dev ji vê yekê berdin û li pey rêberên xwe bixwe biçin.

Armagan wiha diyar kir: “Ji heyama Melîk Şah û Kiliçarslan pê ve Anadolu çendîn caran hatiye tarumarkirin. Di dawiyê de çi bû? Maskeya wan di heyama Cenga Cîhanê ya Yekemîn de li Çanakkaleyê ket. Ji binî ve rûyê wan a zişt û kirêt derket holê. Kesên ku heta wê çaxê digotin ‘Xerb’ ji wê çaxê pê ve dev ji rûyê rast a Xerbê dîtin. Çend roj berê birêz Serokkomar wiha axivî; ‘bila dev ji lîstika baloya bimaske berdin. Bila rûyê wan a rast derkeve holê.’ Bi vê gotinê vê yekê qest dikir. Dûvre carek din welatê me îşqal kirin. Derketin ser serê me. Malê me îstîsmar kirin. Însanên me qetil kirin. Lêdan, şikandin dûvre ‘em bi wan re bihev ketin!’ Piştî aştiyê me Xerbê rakir ser serê xwe. Me got rêbarê me Xerb e. Me dît ku çawa hêdî hêdî berê me di 15ê Tîrmehê de çawa dan kendalê.”

“Vira bajareke ku îmzaya xwe avêtiye bingeha vê welatê ye”

Armaganê ku diyar kir divê ku Misliman bên rewşa xwe ya berê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî em naxwazin ku wek deveyên ki li pey kerê diçin bibin. Rêlberê me heye. Pitûka me heye. Pêşîvanê me heye. Em mileteke ku nû hatiye dinê nînin. Em 1481 sal e ku li Diyarbekirê ne. 500 sal beriya Malazgîrt ê.”

Armagan qala mifredata Perwerdehiya Neteweyî ya li dibistanan kir û destnîşan kir pêwîst e ku Edebiyat û Dîroka Kurdî jî di minfredatê de cî bigire.

“Qasê Yewnaniyan qîmeta kesên ku di welatê te de dijî tune?”

Armagan wiha diyar kir: “Min vê yekê gotibû Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî. Min gotibû hinek guhertin tên kirin. Heke ûnîteke Edebiyata Kurdî di nav dersan de hebe dê em çi kêm bikin? Em edebiyata Almanî dixwînin û edebiyata Îngîlîzê didin xwendin. Edebiyata emperyalîstan dixwînin lê edebiyata min a Kurdî di mifredatê de tune. Em di kîjan welatê de dijîn? Di welateke ya ku bi milyonan însan Kurdî diaxivin de ziman û edebiyata wan nayê hesibandin. Divê ku êdî ev hişmendî ji holê rabe. Divê ku di nav dersên me yên din de qasê dersên din heta zêdetir Edebiyata Kurdî jî hebe. Di nav dersa me ya dîrokê de çim dîrokên komên din neyên xwendin. Tu dîroka Tirkî didî xwendin. Ji xeynî dîroka Tirkî dîroka Yewnaniyan didî xwendin û dîrokên din didî xwendin. Qasê Yewnaniyan qîmeta kesên ku di welatê te de dijî tune?.”  (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir