Tonek teqemenî di tunelê de hatiye bicîkirin
Hat ragihandin di êrîşa bombeyî ya ku doh li Midûrtiya Şubeya Lêniherînê ya Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê hat kirin de tonek teqemenî hatiye bikaranîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di êrîşê de tonek teqemenî hatiye bikaranîn û 5 kesên ku têkiliya wan bi êrîşê re hebû hatine binçavkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin di êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên ku polêsek jî di nav wan de heye li nexweşxanê tên tedawkirin. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di lêkolîna ku di derheqê êrîşê hat kirin de ji jêrzamîna avahiya ku li nêzî midûrtiya ewlehiyê ye bi hêla ewlehiyê ve 30 metro tunel hatiye vedan û di tunelê de tonek teqemenî hatiye bicîkirin û hatiye teqandin.” (ÎLKHA)