• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Tanrikuluyê CHPyî: Ez li her derî HDPê îfade dikim!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê paneleke bi navê ‘Hiqûn ji bo hemû kesî û ji bo sibeyan’ hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu di panela ku Mîthat Sîncarê Parlamenterê HDPê û Ahmet Turkê Serokê Berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê beşdarî bûn de HDPê îşaret kir û wiha got: “Hewce nake ew xwe îfade bikin, ez li her derî  wan îfade dikim.”

Tanrikuluyê CHPyî: Ez li her derî HDPê îfade dikim!

Tanrikuluyê ku di panelê de axivî diyar kir kampanyayên referandûmê ne adil in û şexsê wî bi xwe li her derî HDPê îfade dike ku ev gotina wî balan kişand li ser xwe. Tanrilkulu dû re  wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em muxalefeta sereke ne û me ji sedî 25 deng sitandiye. Lê ji hêla me ve pêvajo ne bi adil e. Lewra derfetên me bi yên partiya îqtîdarê re nayên muqayesekirin. Ya herî girîng medyaya me tune, em hewil didin ji ser medyaya civakî îfade bikin. Fîşa wê jî di destê Erdogan de ye, dema ku dixwaze dide hêdîkirin. Partiyeke din a siyasî HDP. Hewce nake ku xwe îfade bikin, ez bi xwe li her derî wan îfade dikim.”

Ji bilî Tanrikulu, Ahmet Turkê Serokê Berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê û ji Arîkarên Serokwezîr û parlamenterê kevin Ertugrul Yalçinbayir jî axavtinek kirin.

Ahmet Turkê Serokê Berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê di axavtina xwe ya ku kir de daxuyaniyên ku destekê dide pergela niha da Her wiha  Arîkarê Serokwezîr û parlamenterê kevin Ertugrul Yalçinbayir jî diyar kir  du encamên referandûmê hene; Erê yan jî Na, pêdiviya Tirkiyê ji lihevkirina civakî re heye.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir