Li Kolombiyayê lêhî: 112 mirî 200 birîndar
Li Kolombiyayê ji ber lêhiya ku rabû 112 kes jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li başûrê rojavayê Kolombiyayê ji ber barana zêde nehr bi ser ve çû û lêhî pêk hat. Di encama lêhiya ku pêk hat de 112 kes jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin hêj hejmera kesên winda tekez nayê zanîn û ekîbên xelaskirinê xebatên xwe bênavber didomînin. Her wiha ji ber lêhiyê ceyrana heremê nayê berdan.(ÎLKHA)