• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji kargeha xwe ya biçûk berên firnê difiroşe 5 welatan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Can Mizrakê 69 salî li Sûra Diyarbekirê di dikana xwe ya 20 metro çarçik de karê çêkirina berên firnê îmal dike. Mizrakê 69 salî yê ku tenê ew karê çêkirina bêrên firinê îmal dike, bêrên ku çêdike difiroşe welatên mîna Erebîstana Siûd, Dubaî, Rûsya, Almanya û Fransayê.

Mizrakê bêrvan di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe û her wiha derd û kulên xwe ji ÎLKHAyê re anî zimên.

“Em  bêrên firin, pîzza û lahmacunan îmal dikin”

Mizrakê di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew hêj  di zaroktiya xwe de dest bi vî karî kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Emrê 69 e û hêj karê xwe didomînin. Em li vê derê bêrên firin, pîzza û lahmacunan îmal dikin. Em van bêran him di nava welêt de û him jî li derveyê welêt difiroşin. Berî niha me li gor firnên harman bêran çêdikir, lê niha hemû tişt bûye fabrîka û her roja ku derbas dibe ev karê dîrokî roj bi roj ji holê radibe. Amûrên ku em di çêkirina van bêran de bikartînin malê herî baş e. Em van amûran ji Înegola Bûrsayê didin anîn. Karê ku em dikin ne kareke hêsan e. Piştî merhaleyên bi zehmet qurm dibin bêr.”

 “Ma ez vî karî nekim û herim li qahwê rûnim?”

Mizrak di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hez ji karê xwe dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Diyarbekirê tenê ez vî karî dikim, wekî ku tu kesê din tune ye.  Hinek kes ji Înegola Bursayê hatin vê derê û xwestin ku vî karî bikin, lê ji heqê wê derneketin. Lewra ez ji vê derê ji temamê heremê re bêran çêdikim. Emrê min ev qas zêde bûye lê ez hez ji karê xwe dikim. Ez naçim qehwê û her tim dikana min vekiriye. Ma ez vî karî nekim û herim li qahwê rûnim?”

 “Bêrên ku çêdikim difiroşim welatên mîna Erebîstana Siûd, Dubaî, Rûsya, Almanya û Fransayê”

Mizrak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di rojekê de nêzî 10-15 bêran çêdike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bêran li gor sîparîşan çêdikim.  Heba bêran 50 an jî 100 lîrê difiroşim. Hinek kes di piyasê de bêran zêdetir difiroşin. Bêrên ku çêdikim difiroşim welatên mîna Erebîstana Siûd, Dubaî, Rûsya, Almanya û Fransayê. Roja borî ji Medînê hatin û bêran birin. Her wiha mişteriyên me ji nava welêt jî hene.”

Mizrak di dawiya axavtina xwe de diyar kir  karê ku ew dike dike ku bê jibîrkirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir