• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Diya me bi nimêjê me mezin kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Goze Gumuşê diya Edîb Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah ev bû demek dirêj ku nexweş bû ku îro li Diyarbekirê çû rehma Xwedê. Cenazeya Goze Gumuşa ku wefat kir piştî ku hat şûştin re  ji bo bê definkirin şandin Êlihê.

Arîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel û Vedat Turgut  û gelek kesên din beşdarî nimêja cinazê bûn.

Ebubekîr Gumuş di derheqê diya xwe ya ku dê li Êlihê bê definkirin de destnîşan kir diya wî nêzî 20 salan hesreta lawê xwe kişandiye û ji ber vê yekê bi hesreta wî wefat kir.

 “Qezaba min dişewite, di nava min de hesreta wî heye”

Ebubekir Gumuşê kekê Edîb Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah e diyar kir diya wî nexasim van 6 salên dawî ji lawê xwe hatiye veqetandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê min bila ji heqê wan kesên ku wan ji hev  veqetandine were. Diya min bi hesreta lawê xwe çû. Ew her tim dema qala lawê xwe dikir nedixwast navê wî bê bilevkirin. Bêriya kekê min dikir.  Di dema pêvajoya girtîgehê de mehane hevdîtin hebûn, em diçûn balê. Lê belê piştî vê hicretê  ji ber ku nema wî dît û ji hesreta wî nexweş ket. Carinan me jê re digot navê wî bi deng bike, ji me re digot lawê min nava min diperite, ez ji wî têr nebûm, hesreta wî di dilê min de ye.”

 “Diya min ji me re bû sî”

Gumuş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hêj dema biçûk bûn bavê wan rehmet kiriye û diya wan ji wan re him dayiktî û him jî bavitî kiriye. Gumuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Daxwaziyeke wê tenê hebû ew jî bûyîna me li ser rêya Îslamê bû. Me bi nimêjê mezin kir. Fedakarî kir. Diya min ji min û birayên min re bû wek sihê. Em hêvîdar in ku Xweda roja axretê hisabê ji wan kesên ku me ji hev veqetandine  bipirse.”

 “Me diya xwe ya pîr bi salan li devê girtîgehan gerand”

Gumuş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kekê wî her tim însanan û mezlûmiyeta wan difikirî û hewil dida da ku xort nekevin nava xerabiyê. Gumuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew her tim di vê oxirê de dixebitî.  Ji însanan re Îslam û Qur’anê vedigot. Diya min  gelek zêde bi kekê min  ve girêdayîbû. Sûcdarkirin û cezayên neheq diya min pir êşandin. Me diya xwe ya pîr bi salan li devê girtîgehan gerand. Piştî ku ji girtîgehê derket jî hesreteke din dest pê kir. Ew jî hesreta qet nedîtinê bû. Em nizanibûn li kû ye û jê çi çibûye.   Diya min her tim jê re dia dikir.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir