• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Sîwerekê axur hilweşiya: 40 heywan telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li gundê Anasiya ku ji Sîwerekê 20 kîlometre dûr e pêk hat. Ji ber barana ku zêde bariya axura ku 100 heywan di nav de bû hilweşiya, di encama hilweşînê de 40 heywan telef bûn.

Çawa ku axur hilweşiya xeber ji cendirme û tîma îtfaiyê re hat dayîn. Piştî hatina wan û bi alîkariya kesên hawirdorê gelek heywanên ku di bin hilweşînê de man hat rizgarkirin; lê  40 heywanên ku qiymeta wan nêzî 30 hezar lîre bû telef bûn.

M. Elî Kurtboganê ku xwediyê heywanan bû di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di wextê nimêja şeveqê de deng hat û ez derketim derve, lê min dît ku axur hilweşiyaye. Min xeber da cendirme û cîranan. Dû re jî min hewil da heywanan xelas bikim.  40 heywanê min telef bû.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir